Jinên Êzidî: Jiyana me bûye dojeh
- 09:02 11 Mijdar 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Êzidîyên ku piştî ji kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin derxistin û li navçeyê hatin bicihkirin, di nava şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Jinên Êzîdî anîn ziman ku piştî li navçeya Mîdyadê bi cih bûne û ji ber zor û zehmetiyan, jiyana wan bûye dojeh.
Piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kir û li wir fermana 73’yan li dijî êzidiyên kurd pêk anî, gelek Êzidî hatin kuştin. Jinên Êzidî ji aliyê DAÎŞ’ê ve hatin revandin û di bazaran de hatin firotin. Êzidîyên ku piştî ji kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin derxistin û li navçeyê hatin bicihkirin, di nava şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Jinên Êzîdî anîn ziman ku piştî li navçeya Mîdyadê bi cih bûne û ji ber zor û zehmetiyan, jiyana wan bûye dojeh.
Jina bi navê Semîra Cemîl anî ziman ku beriya DAÎŞ êrîşî Şengalê bikin li wir jiyanek wan a aram hebû ye, lê piştî ku DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kiriye mal û jiyana wan hemû wêran kirine. Semîra, got ku dema DAÎŞ’ê êrîşî Şengalê kiriye bi hezaran jinên Êzidî hatine revandin rastî tecawizê hatine, di bazaran de firotine û ev tişt got: “Ji ber fermana 73’yan li serê me de hat û ev tişt diqewimîn em neçar bûn ku ji Şengalê birevin. Em dema ji Şengalê revîn rastê gellek zor û zehmetiyan hatin, bi rojan tî û birçîbûn.Me piştre xwe gihand Zaxoyê û em li wir di konan de man. Piştre me berê xwe da Kampa Mîdyatê û em nêzî salekê di kampê de man.”
‘Jiyana me li Şengalê xweş bû, lê niha bû dojeh’
Semîra, di berdewamiya axaftina xwe de got ku ji ber biryara ku di derbarê wan de hatibû dayîn li kampên dinê bi ereban re bimînin qebûl nekiriye û li navçeya Mîdyadê bi zarokên xwe re bi cih bûye û wiha got: “Piştre ji ber biryar hat dayîn ku me bişînin kampên ku ereb tê de dimînin. Lê me nexwest ku em biçin, ji ber ku ger em biçûna dê jiyana me biketa xetereyê. Me biryar da ez û du zarokên xwe li vir di derfetên di destê me de hene ji xwe re xanî kirê bikin. Me niha ji xwe re xanî kirê kir lê ji hêla aboriyê ve em gelek zehmetiyan dikişînin. Ji ber ku zarokên min biçûk in ez nikarim biçim di tu karê de bixebitim. Komeleyên Suryanî alîkariya me dikin û em pê debara xwe dikin. Lê têr nake. Ji ber ku kirê ya malê, xwarin û vexwarin hene. Lewra jî em piştî li vir bi cih bûn gelek zehmetiyan kişand û hîn jî dikişînin. Ez û hevjînê xwe ji ber pirsgirêkên di navbera me de hebûn ji hev cuda bûn. Piştî ku em ji hev veqetiyan hevjînê min zarokekî min jî bi xwe re bir û çû Ewropayê. Niha ez û du zarokên xwe bi tenê ne. Tiştê ku ez dixwazim ew e ku bila gel alîkariya me bike. Jiyana me li Şengalê xweş bû, lê niha bû dojeh. Em Êzîdî dixwazin ku careke din vegerin ser axa xwe.”
‘Tenê tiştê ku em dixwazen ew e ku bila gel dengê me bibihîzi’
Jina Êzîdî Nurhan Yusuf Ehmet jî diyar kir ku beriya DAÎŞ’ê êrîşê Şengalê bike jiyanek wan a xweş hebû ye û wiha behsa jiyana xwe kir: “Lê piştî şer em neçar man û ji wir reviyan û çûne Zaxoyê, piştre jî em hatin Mîdyadê. Em jî neçar man ku bi malbata xwe re ji xwe re xaniyan kirê bikin. Ev sal û nîveke em li vê derê ne. Piştî ku em hatin li vir ji ber bavê min nexwaşiya pençeşêrê bû mir. Piştî ku em li vir bi cih bûn me zanibûn ku jiyaneke zor û zehmet li pêşiya me ye. Niha jiyana me gelek zehmet e, lê em mecbur in ku li vir bin. Ji malbata me niha tu kes naxebite. Li vir jiyana me bûye dojeh.”
‘Em êdî nizanin em ê çi bikin’
Herî dawî jî jina bi navê Gûlan Alyas axivî û wê jî bi lêv kir ku ew piştî ji kampê derketine ji xwe re xanî kirê kirine û da zanîn ku ew di odeyekê de jiyana xwe didomînin û wiha berdewam kir: “Em niha bi tenê di odeyekê de 5 kes dijîn. Sê zarokên min hene, şert û mercên jiyana me jî gelek zehmet in. Em êdî nizanin em ê çi bikin.”