ROJEVA 11'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 11 Mijdar 2018
  • Rojev
*Jinên Efrînê yên ku li Kantona Şehbayê bi cih bûne û li wir têkoşîna jiyanê didin diyar kirin ku ji bo ew debara xwe bikin ew ajalan xwedî dikin û gotin:"Jiyan bi têkoşînê xweş e."
 
*Êzidîyên ku piştî ji kampa AFAD’ê ya Mîdyadê hatin derxistin û li navçeyê hatin bicihkirin, di nava şert û mercên gelek zehmet de dijîn. Jinên Êzîdî anîn ziman ku piştî li navçeya Mîdyadê bi cih bûne û ji ber zor û zehmetiyan, jiyana wan bûye dojeh. DÎMEN HEYE
 
*Li seranserê Tirkiyeyê aloziya aborî her roj zêde dibe. Ji aloziya aborî herî zêde jî bazirganên bajarên biçûk bi bandor dibin. Li gorî daneyên Odeya Zanatkar û Bazirganan ya Colemêrgê  li herêmê  heta niha gelek bazirgan ji ber aloziya aborî  kargehên xwe girtine û koçber bûne. DÎMEN HEYE
 
*Endama PM'a HDP’ê Yuksel Mutlu pêşnûmeya efûyê ya MHP’ê amade kiriye ku di rojeva meclîsê de ye nirxand û got ji bo pêşnûme civakê îfade bike divê girtiyên siyasî jî bike çarçoveya xwe û an ziman ku ger ev pêşnûme bikeve meriyetê wê di civakê de bibe sedema travmayê. BI DÎMEN
 
*Hevşaredara Payîzavayê Yildiz Çetîn ku qeyûm tayînê şûna wê bû, piştî ku salekê di girtîgehê de ma û derket, li Payîzava xebatên xwe berdewam kir. Yildizê da zanîn ku gel heta hilbijartinên herêmî yên 2019’an raye daye wan û wiha got: “Em li ser peywira xwe ne. Bi qeyûman îradeya gelê Kurd nikare bê tunekirin.” BI DÎMEN
 
*Fadîme Kocakaya ya di temenê biçûk de hat zewicandin, ji ber nasnameya xwe ya kurd elewî Jî rastî newekheviyan hat,  tu car dest ji têkoşîna xwe berneda û xebatên xwe yên partiya siyasî jî didomîne. Fadîme ya ku têkoşîna xwe bi SHP û HADEP’ê da destpêkirin niha bi HDP’ê didomîne û diyar dike ku ji bo zarok neyên zewicandin wê têbikoşe. BI DÎMEN