Lêpirsîna greva birçîbûnê ji bo Leyla Guven hat destpêkirin

  • 16:46 10 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED – Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê lêpirsîna dîsîplînê li dijî Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye da destpêkirin. Guven got “Ez bi vîna xwe ya azad di grevê de me.” 
 
Miduriyeta Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a ku dest bi greva birçîbûnê kiribû lêpirsîna dîsîplînê da destpêkirin. Girtîgehê lêpirsîna dîsîplînê teblîxî Guven kir. Di daxwaznemeyê de hat xwestin Guven di nava 3 rojan de nivîskî an jî bi devkî parastina xwe bide. 
 
Leyla Guven jî têkildarî armanca çalakiya xwe daxuyaniyek kurt da û wiha got: “Pêvajoya şer a ku dibe sedema mirina bi hezaran her kes dizane. Hewldan  û xebata ji bo aştiyê ku rewş veguhere aramiyê erka her kesî ye. Yek ji pirsgirêkên welatê me pirsgirêka kurd e. Yê ku dê dê pirsgirêka kurd bi rêyên demokratîk çareser bike Birêz Abdullah Ocalan e. Lê ev demek dirêj e agahî jê nayê girtin û di bin tecrîdek giran de ye. Ev rewş şer kûr dike û rewşa civakê jî dixe bin talûkeyên mezin. Ez wek wekîlek ku ji aliyê vîna gel ve hatim hilbijartin, ji bo alîkarî bidin aştiya civakî, şer bi dawî bibe û tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibe lazim e bi malbat û parêzerên xwe re hevdîtinê bike. Ez wekîla ji aliyê gel ve hatime hilbijartin ji ber xisûsên min li jor xêzkirin, min bi vîna xwe ya azad dest bi greva birçîbûnê kir. Ev jî peywîrek ehlaqî û mirovî ye. Ez dixwazin aşkere bikim ku ev çalakî tu zirarê nade girtîgehê û raya giştî û nabe sedema sûc jî.” 
  
Leyla Guven di 7’ê mijdarê de ku li Dadgeha Amedê dihat darizandin di parastina xwe de biryara