Girtiyan biryara DYA'yê ya derbarê PKK'iyan de şermezar kirin

  • 14:46 10 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Girtiyên PKK’ê û PAJK’ê, diyar kirin ku ewê biryara Amerîkayê ya li dijî  rêveberên PKK’ê girtî şermezar dikin û gotin ewê ji bo Balyozxaneyên DYA faksên şermezarkirinê bişîn in. 
 
DYA’yê ji bo girtina Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK’ê Cemîl Bayik, endamê Komîteya Rêvebir ê PKK’ê Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan biryar dabû. Girtiyên PKK’î û PAJK’ê yên li girtîgehên Tirkiye û Kurdistanê nerazîbûn nîşanî vê biryarê dan. Li ser navê girtiyan Denîz Kaya bi rêya malbatan daxuyanî da. Kaya got, “DYA’yê derbarê damezrînerên PKK’ê, kadroyên pêşeng ê Tevgera Azadia Kurd, rêveberên PKK, KCK û HPG’ê Cemîl Bayik, Dûran Kalkan û Mûrat Karayilan de biryara girtinê da ye. Tu hincetên siyasî, civakî, exlaqî, wijdanî û gerdûnî yên vê biryarê tuneye û ev helwestek dijminane ye. Ev biryar ji ber sedemên îdeolojîk û polîtîk hatiye dayîn.
 
Vê biryara DYA’yê tê wateya berdewamiya komploya li ser Rêber Apo. Ji ber ku komploya li ser Rêber Apo ya di sala 1999’an de hate pûçkirin û têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd li Rojhilata Navîn bandoreke mezin dike, ev biryar hatiye dayîn. Divê were zanîn ku ew ê vê êrîşa li ser Tevgera Azadiyê neyê qebûlkirin û li hemberî vê êrîşê ew ê têkoşîneke mezin were kirin. Ji bo protestokirina vê biryarê em ê faksên protestoyê bişînin ji Konsolosxane û sefaretxaneyên DYA’yê. Rêhevalên me dikarin faksê ji vê hejmarê re bişînin. 0312 4670019.”