Pirtûka 'Rengê Mor ê Siyaseta Kurd' rastî eleqeyek mezin hat
- 14:19 10 Mijdar 2018
- Rojane
WAN-Hevseroka Şaredariya Bajarê Amedê, Gultan Kişanak a ku dewsa wê qayyim hat tayinkirin, li girtîgehê pirtûka 'Rengê Mor ê Siyaseta Kurd' nivîsandibû. Ji bo pirtûka Gultanê çalakiya imzeyê hat lidarxistin û jinan eleqeyek mezin nîşan dan.
Ji aliyê Meclîsa Jinê ya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) roja çalakiya îmzeyê ji bo pirtûka Hevseroka Şaredariya Bajarê Amedê, Gultan Kişanak a bi navê 'Rengê Mor ê Siyaseta Kurd' hat lidarxistin. Parlamentera HDP'ê ya Îzmîrê Serpil Kemalbay, parlamenterên HDP'ê yên Wanê û gelek jin beşdarî çalakiya îmzeyê bûn.
Çalakiya îmzeyê bi eleqeya mezin a jinan bi dawî bû.