Li Şengalê meş hat lidarxistin

  • 13:12 10 Mijdar 2018
  • Rojane
Nesrîn Hisen/ Nûpelda Têkoşîn
 
ŞENGAL - Li Şengalê Êzidiyan ji bo jiyanek azad û xweser meş li dar xistin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. 
 
Li Şengalê Êzidiyan ji bo jiyanek azad û xweser meş li dar xistin. Bi sedan kes beşdarî meşê bûn. Meşê ji ber avahiya Meclîsa Gel a Sînûnê dest pê kir. Di meşê de dirûşma "Bimre xiyanet" hat berzkirin. Jinên ku beşdarî meşê bûn xwestin ku bi awayekî azad ew Şengalê bi rê ve bibin.
 
Endama TAJÊ Emşê Şemo got:"Yên ku me tenê hiştin û çûn em naxwazin me bi rê ve bibin. Em dixwazin em bi xwe bajarê xwe bi rê ve bibe. Îradeya me ya azad û xurt têrî vê yekê dike."
 
Jina bi navê Meyan Xwedêda jî wiha got:"Em fermana ku bi serê me de hat tu carî ji bîr nakin. Em qeymeqamê KDP'ê naxwazin. Em dixwazin xwe bi rê ve bibin."
 
Berfê Elyas da zanîn ku ew ji bo parastina mafên xwe dadikevin qadan û ew ê heta dawî li berxwe bidin. 
 
Dayika bi navê Edlan Şemo Şengalî da zanîn ku ew xwedî hêz û baweriyek mezin in ew wekî Êzidî dikarin Şengalê bi rê ve bibin loma pêdiviya wan ji qeymeqamê KDP'ê tune ye. 
 
Nehla Sileyman da zanîn ku ew naxwazin dev ji axa xwe berdin û heta dawiyê têbikoşin û dixwazin ew bajarê xwe bi rê ve bibin. 
 
Hanan Hecî bal kişand ser yekîtiya gelan û wiha got:"Em wekî gelê Kurd her dem divê bi hev re bin û rê nedin aloziyên mezin."