Li Colemêrgê piştgiriya ji bo Leyla Guven

  • 11:50 10 Mijdar 2018
  • Rojane
COLEMÊRG - Rêxistinên HDP û DBP’ê yên navçeyên Şemzînan û Geverê ji bo piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, bang kirin. 
 
Rêxistinên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) ên navçeyên Gever û Şemzînanê, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (DTK) û  Parlamentera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven, li avahiya HDP’ê ya Şemzînanê civîna çapemeniyê pêk anîn. 
 
Parlamenterê HDP’ê yê Colemêrgê Saît Dede, gelek rêveber û endamên partiyan beşdarî civînê bûn. Saît di civîna çapemeniyê de axivî û wiha got: “Li bajêr ji bo deng girtinê Leyla rekor şikand. Dimildest em dixwazin Leyla bê berdan. Mînakên berdana Mûstefa Balbay, Enîs Berberoglu û Sebahat Tuncel li holê ne. Girtina Guven qanûnî ye.  Dewlet niha qanûnê xwe înkar dike.”
 
Saît, di dawiya axaftina xwe de xwest Leyla bê berdan û wiha got: “Em piştgiriyê didin Leyla û divê hemû daxwazên wê dimildest bên qebûl kirin. Em bang li tevahiya raya giştî jî dikin ku piştgiriyê bidin Leyla.”