2'emîn Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer bi dawî bû
- 09:42 10 Mijdar 2018
- Rojane
SILÊMANÎ - 2'emîn Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer a li Silêmaniyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna jinên ciwan dagirkeriyê têk bibe’ dest pê kir bi dawî bû.
2'emîn Konferansa Jinên Ciwan ên Têkoşer li hola otêla Mem û Zîn a bajarê Silêmaniyê bi dirûşma, “Bi têkoşîna jinên ciwan dagirkeriyê têk bibe’ di saet 10.00'an de, bi beşdarbûna 200 delegeyan dest pê kir. Konferans bi girtina biryaran bi dawî bû.
Di dawiya konferansê de encamnameya konferansê ji aliyê encama Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Zîlan Musa ve hat xwendin.
Naveroka encamnameyê wiha ye;
- Hata ku tecîdkirina Abdullah Ocalan bi dawî nebe, wê çalakiyên me berdewam bike.
- Li dijî dagirkerî û sîstema sermayedarî wê xebat were kirin.
- Di çarçoveya Pêngava 'Serî Hilde' de wê çalakiyên cûr be cûr werin kirin.
- Wê li hemû herêman komîteyên xebat û rêxistinê werin avakirin.
- Wê kar û xebat ji bo xwerêveberiyê were kirin û wê girîngiyekî taybet were dayîna xebatên jineolojî.
- Wê ji 25'ê Mijdarê heta 8'ê Adara 2019'an de bi navnîşana Pêngava 'Serî Hilde' çalakî pêk werin.
- Li dijî şîdeta li ser jinan tê meşandin, dê kampanyayek were destpêkirin.
- Derfetên perwerdeyê dê ji bo jinên ciwan bê afirandin û li hemû herêman komîteyên ragihandinê pêk werin.
- Li hemû navendên xwendinê xebat û çalakî dê pêk werin.
Di dawiya konferansê de Desteya Rêveberiyê ya ji 11 kesan pêk dihat hat hilbijartin.
Konferans bi şahiyê bi dawî bû.