'Em ê berxwedana xwe bidomînin'

  • 09:20 10 Mijdar 2018
  • Rojane
Nupelde Tekoşîn-Delîla Axîn
 
ŞENGAL - Cîgira Destaya Rêveber a Şengalê Nehlê Silêman diyar kir ku li dijî dagirkerî û faşîzmê berxwedana wan didome û ew ê her li axa xwe xwedî derkevin û got:"Em naxwazin kesên ku me tenê hiştin û rê li êrîşên DAÎŞ'ê negirtin me bi rê ve bibin. Em wekî welatiyên Şengalê dikarin xwe bi rê ve bibin."
 
Derbarê tayinkirina qeymeqamê ji bo Şengalê Cîgira Destaya Rêveber a Şengalê Nehlê Silêman anî ziman ku dema li Şengalê Êzidî tenê hatin hiştin bi hovîtiya DAÎŞ'ê rû bi rû ma û got:"Ji ber ku li Şengalê Êzidî tenê hatin hiştin êdî em baweriya xwe bi kesekî nînin. Em dixwazin Êzidî bi xwe Şengalê bi rê ve bibe."
 
Nehlê Silêman wiha got:"Êzidî xwedî îradeyek azad û xurt e dikare xwe bi rê ve bibe. Em dikarin xwe bi rê ve bibin. Dixwazin bi hewldanên xwe aramiya me bi dawî bikin. Em hîna êşa fermanê di dilê xwe de hês dike. Loma Em naxwazin kesên ku me tenê hiştin û rê li êrîşên DAÎŞ'ê negirtin me bi rê ve bibin. Em wekî welatiyên Şengalê dikarin xwe bi rê ve bibin. Ji ber ku li Şengalê Êzidî tenê hatin hiştin êdî em baweriya xwe bi kesekî nînin. Em dixwazin Êzidî bi xwe Şengalê bi rê ve bibe."
 
'Em hîn aqubeta gelek welatiyên Şengalê nizanin'
 
Nehlê bi lêv kir ku ew dixwazin di nava wekhevî û azadiyê de bijîn û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Heta ku KDP qeymeqamê xwe bişîne bila sazî û dezgehên xweser ên gelê Şengalê nas bike. Bila hesabê ku roja gelê Şengalê tenê hiştin bidin. Em hîn aqubeta gelek welatiyen Şengalê nizanin. Bila berê hesabê vê yekê bide."