‘Neolîberalîzm keda jinê ji nû ve binpê dike û dike rewşa bazarê’
- 09:06 10 Mijdar 2018
- Ked/Aborî
ÎZMÎR - Ji beşa felsefeyê ya Zanîngeha Mumbaî, Radha D’Souza diyar kir ku neolîberalîzm mafên mirovan veguheriye berhema dikare bazara bê kirin.
Ji zanîngeha Mumbaî ji beşa felsefeyê Radha D’Souza bi lêv kir ku neolîberalîzm mafên mirovan veguheriye berhema dikare bazara bê kirin û destnîşan kir ku keda jinê ya li gorî peyaman civakî ya beriya kapîtalîzmê bi teşe bûye di dema neolîberalîzmê de ji nû ve bi teşe bûye.
‘Pergala aboriyê di salên 1945’an de ava bû’
Radha diyar kir ku neolîberalîzm ku yek ji 3 periyodên kapîtalîzmê ye di sedsalên 17 û 18’emîn de berdewama serdema endurstriyel e û ji ber vê jî divê tiştên di sedsala 17’emîn de hatine jiyîn baş bê zanîn û got nebolîberalîzm di 1979’an de tevî ku di alî sazîbûnê de guheriye jî, sazîbûna wê di 1945’an de dest pê kiriye.
Radya bi lêv kir ku di dema şerên cîhanê û piştî şer ji ber tu têkoşînên şoreşgerî ya mezin, pergala polîtîk û legal a neolîberalîzmê nehatiye avakirin û piştî salên 1980’ê şûnde bi qedandina krîzê û têkçûna sosyalîzmê re ji bo ev pergal bê avakirin platformek hatiye avakirin û wiha pê de çû: “Bawer im fêmkirina vê girîng e. Têkiliyên mulkiyetê ji zû de hatin avakirin. Piştî salên 1980’ê , kapîtalîzma neolîberal di alî îdeolojîk û akademîk de hat dîtin.”
Radya axaftina xwe wiha berdewam kir: “Hemû cureyên kapîtalîzmê li gorî rolên didin jinan nirxê didin. Mînak tu li zarokê dinêrî û tu nirxa vê tune ye. Lê ger tu vî karî li malên lênerîna zarokan bikî tu êdî kar dikî û li zarokan dinêrî. Ev mijarek îstîhdamê ye. Yanî tu ketiye nav aboriya piyasayê. Ji ber berpirsyariya ‘anîna zarokan’ dane jinan jin di karên asta jêr de dixebitin. Ev berdewamkar nîne. Her civakek hevdem xwedî peymanekê ye. Di mijara lênerîna civan, kal û pîr, nexweş û astengdaran de. Ev hemû ji aliyê jinan ve tiştên bê pere tên hilberandin e. Niha jî ji bo van divê pere bê dayîn. Di aboriyên piyasayê de cih digire.Mînak jin ji bo malê li kal û pîran binêrin li cîhanê digerin. Ji Fîlîpîn, Afrîka, Hîndîstanê tên li Îngîlîzan dinêrin. Niha hikûmet dibêjin ‘em ji penaberan hez nakin’. Gelo ev penaber tune bin wê kî li kal û pîrê we wisa erzan binêrin.”
‘Krîza ekolojîk krîzek hebûnê ye’
Radya daxuyakirin ku krîza ekolojîk jî girêdayî pirsgirêka jinê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji ber neolîberalîzm bi malbata ku bi mirovan re kolektîf hildiberîne re jiyanê pêşniyar nake. Ev jî krîzek e. Krîza ekolojîk û krîza zayendî ji bo em şert û mercên ji bo civakan hilberînin derfet nade. Ev krîzek e, krîza hebûnê ye. Li welatên wek Tirkiye û Hîndistanê ol wek îdeolojiya netewî tê bikaranîn. Dema mirov li welatên îslamî dinêrin jin her tim xebitîne. Di civakên çandiyê de jin xebitîne. Ez bawer im hûn herin erdnîgariya Kurd hûn ê bîbînin ku jin her tim xebitîne. Tenê jinên arîstokrak nexebitîne.