Li dijî tundiya li garê bertek: Heta bûyer bê ronîkirin em ê têbikoşin
- 16:46 9 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Jinên HDP'yî û KESK'î ku bertek nîşanî jina ku li Gar Amedê bi tundiyê re rûbirû hat hiştin dan û wiha gotin: "Heta ku bûyer bê ronîkirin em ê têbikoşin."
Meclisa Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), Konfederasyona Kedkarên Cemaweriyê (KESK) a Şaxên Amedê û Sekreter Sendîkaya Yikitiya Barkêşan (BTS) a Amedê, derbarê tundiya li dijî jina bi navê Bahar Karakaş Ulug ku li cihê kar lê rûbirû ma de li Ber Gara Amedê daxuyanî dan.
'Em bêdeng namînin'
Daxuyanî ji aliyê hevseroka TUM BEL - SEN'ê Yasemîn Noyan ve hat xwendin û hat gotin ku Sekretera BTS'ê ya Amedê Karakaş Ulug ji aliyê nûnerê Memur Senê Mehmet Elhazar yê ku li heman saziyê dixebite ve bi tundiy fîzîkî re rûbirû hatiye hiştin. Yasemîn di berdewamiyê de got ku di rojên ew amadekariya 25'ê Mijdarê Roja Tundiya bi Jinê re dikin de bi tundiyê re rûbirû hiştina hevala wan nayê qebûlkirin û ew ê li dijî vê tundiyê bêdeng nemînin.
Daxuyanî bi dirûşma "Jin, Jiyan azadî" bi dawî bû.