Rektorê Zanîngehê bi gotinên xwe yên zayendparêz di rojevê de ye!

  • 15:19 9 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN - Rektorê Zanîngeha Artukluyê Ahmet Agirakça yê ku dersa "Civak û Şaristaniyê" dide ku bi gotinên xwe yên zayendparêz ji rojevê nakeve hat îdakirin ku ji xwendevaneke xwe re ji ber ekê lê gotiye," Te tiştekî din nedît ku tu li xwe bikî" û heqret lê kiriye.
 
Hat îdakirin ku Rektorê Zanîngeha Artukluyê ya Mêrdînê Ahmet Agirakça yê dersa "Civak û Şaristaniyê" dide derbarê jinan de gotinên zayendparêz kirine. Xwendekaran diyar kir ku dersa "Civak û Şaristaniyê" berê li zanîngehê ji aliyê hindekarên pisporê mijarê ve dihat dayîn, lê piştî serê vê salê ji aliyê Rektor Ahmet Agirakça ve tê dayîn û di dersên tên dayîn de bi taybetî mijarên îslamî tên destgirtin.
 
Xwendekaran dest ji dersê berda
 
Xwndkarên ku îdakirin rektor her hefteyê bi ayetên ji kuranê dest bi dersê dike, di derseke ku duh ji aliyê Rektor ve hatiye dayîn de derbarê jinan de gotinên zayendperest hatine kirin û jineke xwendekar jî ji ber etekê li xwe kiriye bi gotina, "Tiştekî din tunebû tu li xwe bikî" re rûbirû hatiye hiştin. Xwendkarên ku bertek nîşanî helwesta Rektor Ahmet Agirakça dan neketin dersa ku ji aliyê wî ve tê dayîn û ew şermezar kirin.
 
Berê jî bi gotinên zayendperest ketibû rojevê
 
Herwiha Rektor Ahmet di sala 2017'an de jî li dijî hîndkarê Fakulteya Avahîsaziyê Emre Oyetîş gotinên zayendperst bi kar anîne û gotiye, "Tu dixwazî bi keç bî gelo? Tu ne diferqa ku tu li Mêrdînê yî de yî gelo? Ez li zanîngehê hîndkarê wekî keçan naxwazim." 
 
Herwiha hîndekar Emre Ozyetîş jî li dijî vê heqeretê di 27'ê kanûnê de ji ber gotinên zayendparêz ên rektor serî li Dozgeriya Komarê ya Mêrdînê dabû û derbarê wî de serlêdana sûc kiribûn. Emre piştî ku tişta jiya bi raya  giştî re parve kir wekî mudurê sporê tayînî dibstana bilind hatibû kirin.