Li Efrînê binpêkirina mafên mirovan

  • 09:07 9 Mijdar 2018
  • Rojane
Sozda Oremar 
 
EFRÎN - Parêzer Evîn Hec Hemo ji bo tiştên ku li Efrînê diqewime û revandina 7 jinên ku di nava hefteyekê de pêk hatiye bike rojev, ew hewl didin ku raya giştî bi kar bînin. Evîne wiha got:"Berî ku em ji Efrînê derkevin me dora 920 dosyayî û dema ku em derbasî Şehbayê bibin jî me 1500 dosya amade kir û em ev pêşkeşî parêzerên navneteweyî kir û nûnerên welatan kir. Tevî evqas dosya hîn jî raya giştî ya cîhanê bêdeng e."
 
Li Efrîna ku ji aliyê Hêzên Çekdar ên Tirk(TSK) û komên girêdayî wê bi êrîşên mezin rû bi rû ma, niha bi sedan binpêkirina mafên mirovan tê jiyîn. Bi saya jêderkên herêmî binpêkirina mafên mirovan derdikeve holê. Parêzer Evîn Hec Hemo ji bo tiştên ku li Efrînê diqewime û revandina 7 jinên ku di nava hefteyekê de pêk hatiye bike rojev û li cîhanê bide bihîstandin komîte amade kir. Hat hînbûn ku li Efrînê girtina fidyeyê, revandin, binçavkirin, zext, kuştin didomin. 
 
Di hefteya dawî de 7 jin hatin girtin
 
Li gor agahiyên herêmî di dema dawî de, jin tên revandin û ji bo serbest bê berdan jî fidye tê xwestin an jî bi zorê tên zewicandin. Li Navçeyên Mabata û Cindirisê yên Efrînê di dema dawî de 7 jin hatin revandin û girtin. Nayê zanîn ku ev jinan birinin ku derê. Jinên ku hatine girtin navên wan wiha ne:"Rojin Mihemed (Xelil Kirka ji gundê Jêrêye ), Ruken Omer Silêman (Gundê Dargirê), Ruşin Emin Emo (Mabata), Bêrivan Enwer (ji gundê jêrê), Newroz Eshad (Gundê Dargirê), Cihan Hanana (Gundê Şêkelye ) û Medya Evdo Eloke (Ji Gundê İska ya Cindirisê). 
 
Her wiha hat hînbûn ji bo zeytûnên Efrînê endamên OSO'yê li hev nakin û destûr nayê dayin ku gel herin nava erdên zeytûnê xwe. 
 
Tirkiye di demê dawî de li Efrîn û li navçeyên wê PTT û Banqeya Ziraatê vekir, ev yek van îdaana piştrast dike. 
 
Erd bi 100 dolarî tên firotin
 
Jêderkên herêmî dibêjin ku leşkerên TSK'ê sewqiyatek mezin li aliyê Raca û Bilbilê dikin û li vir bi cih dibin. 
 
Tê diyarkirin ku li Kurdên Efrînê zilim tê kirin û malbatên komên girêdayî TSK'ê ji Rojhilatê Gutayê tînin û li Efrînê bi cih dikin. Hat hînbûn ku erdên Efrînê bi 100 dolarî difiroşin malbatên komên girêdayî TSK'ê ên ku li Efrînê bi cih dibin. 
 
Operasyona Kobanê, Minbic û Girê Spî
 
Hat hînbûn ku komên wekî Firqa Sultan Murad, Firqa Hamzat, Cepha el Şamiyê û Ehrar el Şam wê pere bigirin û beşdarî vê operasyonê bibin. 
 
'Tê xwestin ku demografî hemû bê guhertin'
 
Parêzer Evin Hec Hemo ev tiştên ku li tên jiyîn nirxand û wiha got:"Piştî ku TSK û OSO Efrîn dagir kirin xwezaya wê jî talan kirin. Mînaka vê ya berbiçav jî zeytûnên Efrînê ji kokê jê kirin. Her wiha îşkence li gel dikin, jin tên revandin û tecawizî wan tê kirin. Gel tên kuştin, fidye ji wan tên xwestin. Armanca vê yekê ew e ku gel ji Efrînê birevin. 
 
Bêdengiya rêxistin û hiqûqnasên navneteweyî
 
Evînê wiha domand:"Berî ku em ji Efrînê derkevin me dora 920 dosyayî û dema ku em derbasî Şehbayê bibin jî me 1500 dosya amade kir û em ev pêşkeşî parêzerên navneteweyî kir û nûnerên welatan kir. Tevî evqas dosya hîn jî raya giştî ya cîhanê bêdeng e."
 
Evînê da zanîn ku ew wekî parêzer amadene ku di warê mafên hiqûqî de gavê biavêje û wiha dawî li axaftina xwe anî:"Derbarê şewitandin û jêkirina zeytûnan, talakirina xwezaya Efrînê de rêxistinên navneteweyî tu daxuyanî nedan. Ji bo çi gelo? Tiştên ku li vir tê jiyîn hemû kesî eleqeder dike. Bêyî berjewendiyên siyasî divê li dijî binpêkirina mafên mirovan ên ku li Efrînê tên jiyîn hemû kes dengên xwe bilind bikin."