Her roj bi mîlyonan zarokên kurdan di aşên bişaftinê de derbas dikin

  • 09:04 9 Mijdar 2018
  • Ji Pênûsa Jinan
Serdestên kurdan her daîm ji bo kurdan tune bikin berî her tiştî ziman qedexe kirine. Wêje û çanda kurda tune hesibandine. 
 
Her roj bi mîlyonan zarokên kurdan di aşên bişaftinê de derbas kirine. Niha ev yek didome. Ev jî têrî pişavtinê nedîtine berê xwe dane dayikên me.
 
Sultan Yaray
 
Ji bo mirov ji çanda xwe, ji zimanê xwe, ji xwe bi dûr bikeve, pergala serdestan çanda xwe zimanê xwe li ser mirov ferz dike. 
 
Niha serdestên cîhanê kapitalist in û ji zimanê bindestan qet hez nakin.
 
UNESCO parastina zimên wek parastina çand û wêjeyê bi nav kiriye û ji bo balê bikşîne ser zimanê dayikê, di sala 1999'an de 21'ê Sibatê wek roja zimanê dayikê diyar kiriye.
 
Her wiha UNESCO qirkirina zimên û çandê wek sûcê mirovahiyê bi nav kiriye.
 
 Lê mixabin ji ber ku ew jî di bin banê kapitalizmê de ye ji bo zimanê kurdan heta niha tiştekî berbiçav nekiriye. Li zimanekî ewqas dîrokî, felsefî, têr û tije, xwedî derneketiye. 
 
Serdestên kurdan her daîm ji bo kurdan tune bikin berî her tiştî ziman qedexe kirine. Wêje û çanda kurda tune hesibandine.
 
Her roj bi mîlyonan zarokên kurdan di aşên bişarftinê de derbas kirine. Niha ev yek didome. Ev jî têrî pişavtinê nedîtine berê xwe dane dayikên me. 
 
Ji bo dayikan jî bikin yek ji diranên aşê piştaftinê, li Kurdistanê mal bi mal geriyan û qeyda dayikan li dibistanên şevê çê kirine. Gelek dayikên kurda piştî temenekî mezin hînî zimanê xwe kirine. 
 
Ji salên 1920'an û vir de zimanê kurdî meriv dikare bibêje ji hêla sistemê ve bi awayekî tund hat astengkirin. Lê kurdan  li himber pişaftinê her daîm li ber xwe daye û ew ê bidin jî. Niha meriv dikare bibêje bi sedan nivîskarên kurd hene. Di torên civakî de bi mîlyonan kurd bi zimanê xwe dinivîsînin.
 
 Tê bîra min di 12'ê İlonê de dema qasetek kurdî biketa destên kesekî, bi dehan kesan ji ber wê qasetê ji xwe re stran digirtin. Ku zimanê kurdî ne ewqasî xwirt û têr û tije bûya li dijî ewqas zext û zordestiyê nikaribû wisa li ser niga bima.
 
 Divê em kurd rûnin û pirsa çima em ji bo  zimanê me bibe zimanê fermî tiştekî nakin? 
 
Gelo ji bo zimanê me bibe zimanê perwerdeyê siyasetmadarên me nikarin dîplomasiyê çê bikin. An nivîskarên me ji bo balê bikşînin ser  zimên nikarin tiştekî bikin?
 
 Divê em li ser van pirsana bi awayekî berfireh nîqaşan bikin û her ji bo zimanê dayikê têbikoşin.