TAJÊ: PKK îradeya gelê Kurd e

  • 13:50 8 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Derbarê helwesta Amerîkayê ya li dijî pêşengê PKK'ê TAJÊ li Şengalê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de hat gotin ku PKK îradeya gelê Kurd e, dê tu kes nikaribe îradeya gelê Kurd têk bibe.
 
Tevgera Azadiya Jinên Êzidî bi daxuyaniyekê bertek nîşanî helwesta Amerîkayê ya li dijî pêşengê PKK'ê da û di daxuyaniyê de hat ragihandin ku PKK ji bo gelan her dem bûye çavkaniya azadiyê û ji bo nirxên mirovatiyê têdikoşe. 
 
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"PKK ji roja ku hatiye avakirin heta niha li dijî hêzên ku li dijî mirovahîyê ye têkoşiyaye. PKK ji bo hemû gelên heremê û jinan bûye vejînek nû. Ji ber ku bûye vejînek nû jî bûye sedem ku bingeha hêzên dijminê mirovahiyê bê hejandin. PKK bûye wesîleya ku çavên gelan li hemberî hêzên metînger vebe û bi xwe bawer be. PKK her dem bûye çavkaniya hêza tekoşînê. Loma kesek dê nikaribe hêz û îradeya PKK'ê têk bibe. PKK ji bon me ne tevgereke ji rêzê ye. Ew ji me re bûye çavkanîya xwenaskirin û rêxistinbûyinê. Bê guman wê her dem jî wisa be."