Bi zarokê xwe yê astengdar têkoşîna jiyanê dide

  • 09:20 8 Mijdar 2018
  • Rojane
Lîlav Elî 
 
ŞEHBA - Jina bi navê  Sîhem Mamo ya ji gundê Şadêrê diyar kir ku du zarokên wê yên astengdar hene, êş û zehmetiyek mezin dikşîne û got ku lê tevî hemû zehmetiyan û derfetên kêm jî berxwedana xwe berdewam dike û li benda vegera Efrînê ye.
 
Jina bi navê Sîhem Mamo bi temenê xwe 45 salî ye û dayika 4 zarokan e. Ji gundê Şadêrê ya Navçeyê Şêrewa ye. Du zarokên wê yên astengdar hene, yek bi temenê 22 salî ye, yek jî 16 salî ye. Sîhem pir hewl dide ku zarokên xwe derman bike, lê bijîşik jê re dibêjin ku dermanê zarokên te tune ye. Her wiha Sîhem zarokên xwe li malê li gor derfetên di destên wê de ne zarokên xwe xwedî dike. Piştî ku dewleta tirk û komên girêdayî wê êrîş kirin ev rewş bêtir dijwar bû. 
 
Di çerçoveya vê mijarê de Sîhamê ji Ajansa me re axivî û wiha behsa çîroka xwe û êşa ku di encama êrîşên Dewleta Tirk û komên girêdayî wê yên li ser Efrêinê de, jiyaye wiha vegot:"Du zarokên min  ên astengdar hene, dema ku ji dayik bûn nexweş bûn, min ew li gelek bijîşkan gerand û min hewl da ku ji nexweşiya wan re çareseriyê bibînim. Lê fayde tune bû, min li mala xwe li ser axa xwe zarokên xwe xwedî dikir, lê êrîşên Dewleta Tirk a dagirker ew arambûna me bi kuştin û talanê bi dawî kir. Dewleta tirk û çeteyên wê hiştin ku bi hezaran dayîk bi êşê re rûbirû bimînin."
 
'Ew neyarên gelê Kurd in'
 
Sîhemê diyar kir ku di êrîşa li ser Efrînê de zarok bi taybet hedef dihatin girtin û wiha dewam kir:"Dema ku Erdogan êrîşî gundê me kir di heman demê de ev êrîş a li dijî mirovatiyê bû. Dewleta Tirk Topên xwe li ser zarokên me dibarand. Tu caran me nedixwest ku em ji cihê xwe derkevin. Ji ber ku li em li Efrînê bextewar bûn, lê ji ber ku dewleta tirk êrîşî me dikir û bi taybet zarok hedef digirtin û du zarokên min ên  astengdar hebûn ez û malbata xwe ji gundê xwe derketin û me berê xwe da gundê Kibişînê. Bi awayekî zehmetî em derbasî wir bûn. Li wir em pir neman, ji ber ku em diçûn ku derê êrîşî me dikirin. Dema ku em ji gund derdiketin û me berê xwe dida gundên din min û zarokên xwe gelek êş û zehmetî dikişand, ji ber ku zarokên min astengdar bûn, nikarin li ser piyan bimeşin. Min li milê xwe dikir û em derdiketin, ser riyan ji ber ku erebe tûnebû êşa min her diçû zêdetir dibû. Piştre me berê xwe da gundê Babinês a Kantona Şehbayê. Li wir ji ber ku êrîş li ser me  hatin kirin mal hemû xira bûne, pencere û derî tune ne, hewa zivistanê sar e û rewşa me dijwar e."
 
'Ez li hêviya vegera Efrînê me'
 
Sîhamê wiha dawî li axaftina xwe anî: "Zarokên min tenê şîr dixwin roja ku şîr tunebe birçî dimînin. Her wiha ji ber ku li Şehbayê derfet kêm in, em şîr nabînin, rewşa zarokên min ên astengdar xerab dibe. Lê li hember hemû êş, zehmetî û kêmderfetiyan jî ez berxwedana xwe berdewam dikim û li benda vegera Efrînê me."