‘Azmûna girîng a Tirkiyeyê ji niha şûnde ye’

  • 09:07 8 Mijdar 2018
  • Rojane
MUGLA - Ji Weqfa Mor Çati Ceren Akkaya diyar kir ku rapora GREVIO rola dayiktiyê dide jinan û di malbatê de heps dike û wiha got: “Azmûna girîng a Tirkiyeyê ji niha şûnde ye.”
 
Koma Pisporên Çalakiyê (GREVIO) ya ku lijneya kontrolakirina Peymana Konseya Ewropayê ya Derbarê Pêşîgirtina Şîdeta Nav Malê û Şîdeta li Hember Jinê ya wek Peymana Stenbolê tê binavkirin, rapora derbarê Tirkiyeyê de amadekiribû di rojên borî de aşkera kir. Peymana Stenbolê ku ewil Tirkiyeyê îmze kir, di 11’ê Gulana 2011’an de li Stenbolê ji îmzeyê re hat vekirin û di 1’ê Tebaxa 2014’an de ket meriyetê.
 
GREVIO di rapora xwe de diyar kir ku ji bo jin jiyana xwe ji şîdetê dûr bidomînin hawirek baş nehatiye afirandin û puanê da Tirkiyeyê wek ‘di bin navînê de’ diyar kir. 
 
‘Maf tên binpêkirin’
 
Ji Weqfa Mor Çati Ceren Akkaya rapora GREVIO nirxand û da zanîn ku peymana Stenbolê peymana herî xurt a di destê jinan de ye û wiha got: “Di encama zextên li ser jinan de pêngavên cidî hatin avêtin. Piştî peymana Stenbolê qanûna hejmar a 6284 ket meriyetê. Maf tên binpêkirin. Pêşnûmeya nefeqeyê di rojevê de ye, wek guherînên qanûna îstîsmara zayendî, di gelek mafan de şûndeketin heye.
 
Cerenê destnîşan kir ku rapor nîşan dide ku rexneyên jinan û rêxistinên jinan cidî hatiye girtin û ev tişt anî ziman: “Divê rapor bi berfirehî bê lêkolînkirin lê bi kurtasî, dibêje ‘dewletê pêngavê girîng avêtiye lê polîtîkayek baş pêk neaniye û jin bi sifata dayiktiyê derxistiye pêş. Her wiha dibêje ‘piştevaniya rêxistinên civaka sivîl têr nîne û di şîdeta nav malbatê de daneyên têr kom nekiriye.”
 
Cerenê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku wê ji vir şûnde jî şopdarê Peymana Stenbolê û GREVIO bin û got Tirkiye Azmûna girîng a Tirkiyeyê ji niha şûnde ye.