Bi salane av naherike navendê: Em ji qeyyûm ne razîne

  • 09:05 8 Mijdar 2018
  • Rojane
Zeynep Durgut
 
COLEMÊRG - Bi salane li navenda Colemergê ava vexwarinê naherike. Ji sê rojan carekê av diherike û her wiha ji her mehê carekê gel divê faturayên ava ku naherike razînin. Kesên ku nerazînin ji aliyê şaredariyê ve derheqê wan de îcra tê destpêkirin. Heya niha ji bo çareserkirina pirsgirêka avê bi tu awayî hewldanên girîng pêk nehatin. Li dijî vê helwestê jin bi bertek in. Jinên ku bi salane bi heman pirsgirêkê rû bi rû dimînin bi gazinc in. 
 
Li Kurdîstanê 83 şaredariyên DBP’ê ji aliyê hikûmeta AKP’ê ve hatine desteserkirin. Li gel xespkirina şaredariyan polîtikayên qeyyûman li bajaran  ketin dewreyê û ji xeynî xizmetê her hewledanek binpêkirina mafan heye. Bi salane li navenda Colemêrgê ava vexwarinê naherike û av ji sê rojan carekê diherike. Jinên ku bi salane vê pirsgirêkê dijîn li hemberî vê helwesta qeyyûm bi bertek in. Jinan nêrazîbûn nîşanî polîtikayên qeyyûm dan û gotin ku şaredariya Colemêrgê hatiye xespkirin û heya niha wan xizmetek nedîtiye. 
 
‘Em her meh pereyê ava ku nayê dayin radizînin’
 
Jina bi navê Asya Gûzel  anî ziman ku wan heya niha ji qeyyûm xêr nedîtine û got ku li her derê Colemêrgê av diherike, lê av nayê navendê û wiha axivî;” Ev 20 sale ez li navenda Colemêrgê dijîm. Ev bi salane em bi pirsgirêka avê rû bi rû dimînin. Em her roj bendewariya avê dikin. Ava me ji 3 rojan carekê diherike. Piştî ku şaredariya me hat desteserkirin ev pirsgirêka mezin bû. Em heya serê sibehê nobedariya avê dikin. Ger ku em avê  negirin em ê bê av bimînin. Ew ava ku em digirin, em dikin bîdonan û 3 roja em ji bo av, xwarin û vexwarinê bi kar tînin. Ew av ne paqij e û dibe sedema pirsgirêkên tenduristiyê. Em ji mecbûrî wê avê bi kar tînin.Her meh jî faturayên avê tên. Em her mehê pereyê avê didin. Ava herî baş herî zêde li Colemêrgê diherike. Lê mixabin ji me re av tune ye. Ev pirsgirêka şaredariyê ye. Em ji qeyyûm ne razîne. Ev şaredarî şaredariyên me ne. Erdogan çi bike, bila bike em ê îsal şaredariyên xwe paşve bigirin.”
 
‘Qeyyûm bila dev ji propagandaya hikûmetê berde, xîzmetê ji gel re bike’
 
Sînem Er, da zanîn ku qeyyûm bi zanebûn pirsgirêka avê çareser nake û got ku  divê qeyyûm dev ji propagandayê hikûmetê berde, ji gel re xîzmetê bike û wiha got:” Şaredariyên me hatine desteserkirin heya niha em nikarin biçin şaredariyan pirsgirêkên xwe vebêjîn. Şaredariyên me vegûherandine qereqolan. Gava ku şaredarî di destê DBP’ê de bû em diçûn şaredariyê û me pirsgirêkên xwe vedigotin, ew ji pirsgirêkên me re  dibûn çareserî. Lê niha tiştek wisa tune ye. Hem ava me nayê, hem jî em her meh faturayan didin. Qeyyum her roj bi  kolandina riyan mijûl e û ji vê re jî dibêje xizmet. Pirsgirêkên gel çi ne, yan jî gel xîzmeteke çawa dixwaze ev ji qeyyûm re ne pêwîst û girîng e. Ger ku em serê mehê faturayên xwe nerazînin me didin îcrayê. Piştî ku qeyyûm tayînî şaredariya me hatiye kirin heya niha pêşiya pirsgirêkan nehatiye girtin. Em qeyyûm naxwazin. Bila destpêkê ava me çareser bike, pişt re biçe dogalgazê bîne. Qeyyûm bila dev ji propagandaya hikûmetê berde, xîzmetê ji gel re bike. Em dixwazin qayyum biçe.” 
 
'Ji xeynî Colemêrgê li kîjan bajarê Tirkiyeyê hatiye dîtin ku av ji sê roja carekê diherike?'
 
Gûlîzar Ertuş jî  bertek nîşanî polîtikayên qeyyûm da û got ku bi salan e bi avê gelê Colemêrgê ceza dikin û wiha pê de çû;” Erdnîgariya Colemêrgê bi ava xwe pir dewlemd e. Çavkaniyên avê li vir pir zêde ne. Ji her derê wê av diherike, lê mixabin ji me re tune ye. Dêmek qayyum tu xizmetê nake. Ji aliyê dewletê ve Colemêrg qet nayê dîtin. Divê şaredarî vê pirsgirêkê çareser bike. Ji xeynî Colemêrgê kîjan bajarê Tirkiyeyê hatiye dîtin ku av ji sê rojan carekê diherike? Em vê nêritiyê qebûl nakin. Çareseriya vê pirsgirêkê heye, lê qeyyum di berdewamiya pirsgirêkê de israr dikin. Em dixwazîn êdî pirsgirêka me ya avê bê çareserkirin û qeyyum biçe.”