‘Welatê ku jinan îstîsmar dike ne demokratîk e’
- 09:04 8 Mijdar 2018
- Rojane
Rojda Aydin
MÊRDÎN - Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê û Hevseroka Şaxa Mêrdînê ya Genel-Îş’ê Bêrîvan Doken 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nirxand û got ku polîtîkayên îktîdara muhafazakar li dijî jinan êrîş, tundî û zordestî zêde kiriye.
Endama Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê û Hevseroka Şaxa Mêrdînê ya Genel-Îş’ê Bêrîvan Doken 25’ê Mijdarê Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî nirxand. Bêrîvan, anî ziman ku pergala îktîdarê jinan bi tirsê û zordestiyan dixwaze bike kole. Her wiha Bêrîvanê çalakiyên xwe yên di derbarê 25’ê Mijdarê de jî parve kir.
Bêrîvanê, di destpêka axaftina xwe de têkoşîna xwişkên Mîrabal ên ku li dijî dîktatoriyê derketin û têkoşîyan nirxand. Bêrîvan, anî ziman ku xwişkên Mîrabal ji aliyê dîktatoriyê ve rastî tecawizê hatine û piştre bi awayekî hovane hatine qetilkirin. Loma 25'ê Mijdarê wekî Roja Têkoşîna Li Hemberî Tundiya Li Ser Jinê ya Navneteweyî hat îlankirin. Têkoşîna xwişkên Mîrabal mînakek dîtbar û giranbiha ye.
‘Welatê ku jinan îstîsmar dike ne demokratîk e’
Bêrîvan, diyar kir ku jin li her qada jiyanê rastî tundiyê tên û ev tişt got: “Jin îro hîn jî rastî tecawizê tên û tên qetilkirin. Jin wek objeyek zayendî tê dîtin. Jinên ku li berxwe didin tên qetilkirin. Jin bi zorê di temenê biçûk de tên zewicandin û vîna jinan tê tunekirin. Tundî û êrîşên li dijî jinan tê kirin, her wiha li dijî jiyana mirovahiyê jî tê kirin. Em dixwazin ku di demek nêz de ev zilm û zordestiya li ser jinê, bê tunekirin. Divê sûcdar bên cezakirin. Çawa ku di welatê me di navbera sinifan de cudahî tê kirin, her wiha di navbera zayendî de jî cudahî tê kirin. Di aliyê ol, aborî û civakî de jin rastî tundiyê tên. Pergal jî bi awayekî sistematik tundiyê li jinan dikin. Pergal dixwaze jinan bike kole. Ez wek sendîkavan dikarim bibêjim ku karê herî giran her dem li ser milên jinan e. Her wiha jin tim berambera karê xwe keda xwe nagire. Di welatê me de mafê jinan tê tunekirin û jin tê îstîsmarkirin. Welatê ku jinan îstîsmar dike ne demokratîk e. Welatê ku jin tê de tên çewisandin û qetilkirin azad nabe. Li vî welatî mafên jinan tên desteserkirin. Dema jinek rastî tacîzê tê, sûcdar nayê cezakirin.”
‘Divê jin li dijî zilm û zordariyan serî netewîne’
Bêrîvanê, di dirêjiya axaftina xwe de got ku divê dest bi perwerdehiya wekheviya zayenda civakî bê kirin û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Divê hem jin ji mafê xwe haydar be û hem jî vêya fêrî mêran bikin. Bi taybetî jî di dibistanan de di derbarê perwerdehiya wekheviya zayenda civakî de divê ders bê dayîn. Her wiha divê ji zarokatî de divê ev yek hînî mêran bê kirin. Ji bo ku em dengê xwe bidin bihîstin divê em xwe bi rêxistin bikin, jin hemû bên gel hev piştgiriyê bikin û alîkariya hevdû bikin. Divê jin li dijî zilm û zordariyan serî netewîne.”
‘Jin hêza xwe ji jinan digirin’
Bêrîvanê, di dawiya axaftina xwe de got ku ew wek Platforma Jinan a Şahmeran a Mêrdînê di navbera 19-25’ê Mijdarê de dê çalakiyan li dar bixin û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Di çalakiyên me de ew ê daxuyanî bê dayîn, stand bê vekirin, şano bê lidarxistin, belavok bên belavkirin, meşa bi erbane bê li darxistin, ji parlemeneterên girtî re name bên şandin û malbatên wan bên ziyaretkirin hene. Jin hêza xwe ji jinan digirin. Lewra jî pêwîst e em bibin yek. Polîtîkayên îktîdara muhafazakar li dijî jinan êrîş, tundî û zordestî zêde kiriye.”