Jinên Minbicê: Em serî li dijî êrîşên dewleta tirk natewînin

  • 09:01 8 Mijdar 2018
  • Rojane
Stêrvan bêrîtan
 
MINBIC - Jinên Minbicê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava de anîn ziman ku ew tu carî zordestiyê qebûl nakin û gotin:"Em serî li dijî êrîşên dewleta tirk natewînin."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê didome. Têkildarî mijarê de jinên Minbicê bi lêv kirin ku li dijî êrîş û gefên dewleta tirk ew ê her li berxwe bidin, axa xwe biparêzin û gotin:"Em tu carî rê nadin ku dewleta tirk bigihêje armancên xwe yên qirêj." 
 
'Dewleta tirk a dagirker aştiyê û azadiya gelan hedef digire'
 
Jina bi navê Sedîqa Xelîl Ristem diyar kir ku ew wekî jinên Minbicê serî li ber dewleta tirk natewînin û got:"Dewleta tirk a dagirker aştiyê û azadiya gelan hedef digire. Em jî vê yekê qebûl nakin û serî natewînin loma dewleta tirk her dem gefan li me dide xwarin. Dîsa jî em ê tu carî dev ji têkoşîna xwe bernedin."
 
'Em ê li dijî zihniyeta dagirker berxwedana xwe bidomînin'
 
Werdê Temo da zanîn ku ew di bin şertên dijwar de têkoşîna jiyanê dide û wiha got:"Heta ku gelê Minbicê li ser piyên xwe bin Erdogan dê nikaribe têkeve Minbicê. Em bi zimanekî tund êrîşên Erdogan ên li ser tevahiya Sûriyeyê şermezar dikin. Em ê li dijî zihniyeta dagirker berxwedana xwe bidomînin."
 
'Bila hemû jin li dijî zihniyeta dagirker bibin yek'
 
Sebah Mehmed destnîşan kir ku hêza jinê têra hemû tiştan dike û wiha got:"Niha li Minbicê jiyanek aram û ewle heye loma hewce nake ku dewleta tirk têkeve Minbicê. Pêdiviya me ji Erdogan tune ye. Bila Erdogan dev ji êrîşên li ser Sûriyeyê berde. Em jin ji hêza xwe bawer in û em li dijî zihniyeta dagirker dikarin li berxwe bidin. Banga me ji hemû jinan ew e ku li dijî zihniyeta dagirker bibin yek. "
 
'Erdogan ewlehiya gelan hedef digire'
 
Her wiha Eywşê El Xalid jî anî ziman ku gelên Minbicê naxwazin dagirker mudaxaleyî jiyana wan bike û wiha got:"Em nizanin Erdogan çi ji gelê Minbicê dixwaze? Qey dixwaze Minbicê wekî Efrînê dagir bike û bi hezaran mirovan mexdûr bike? Em serî li dijî êrîşên dewleta tirk natewînin. Em tu carî rê nadin ku dewleta tirk bigihêje armancên xwe yên qirêj."