Li Kobanê meş hat lidarxistin

  • 10:21 5 Mijdar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Gelê Kobanê bi dirûşma "Bi rihê netewa demokratîk dê nijadperest Erdogan û çeteyên wî têk biçin" li Navçeya Qinayê û gundewarên wê yê Kobanê êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin. 
 
Bi sedan şêniyên gundewar û Navçeya Qinaya Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk bi dirûşma "Bi rihê netewa demokratîk dê nijadperest Erdogan û çeteyên wî têk biçin" meş li dar xistin. Endamên PYD'ê, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava, beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bimre îxanet û faşîzm", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û alên PYD, YCR, Kongreya Star TEV-DEM'ê û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Komîteya Zagonsaz a PYD'ê Ayşe Efendî axivî û peyama têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê da. 
 
Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.