Li Kobanê meş hat lidarxistin 2018-11-05 10:21:32   KOBANÊ - Gelê Kobanê bi dirûşma "Bi rihê netewa demokratîk dê nijadperest Erdogan û çeteyên wî têk biçin" li Navçeya Qinayê û gundewarên wê yê Kobanê êrîşên dewleta tirk hat şermezarkirin.    Bi sedan şêniyên gundewar û Navçeya Qinaya Kobanê li dijî êrîşên dewleta tirk bi dirûşma "Bi rihê netewa demokratîk dê nijadperest Erdogan û çeteyên wî têk biçin" meş li dar xistin. Endamên PYD'ê, Kongreya Star, Yekîtiya Ciwanên Rojava, beşdarî meşê bûn. Di meşê de dirûşmên "Bimre îxanet û faşîzm", "Bijî Serok Apo" hatin berzkirin û alên PYD, YCR, Kongreya Star TEV-DEM'ê û wêneyê Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û têkoşerên azadiyê hatin hilgirtin. Piştî deqeyek rêzgirtin Endama Komîteya Zagonsaz a PYD'ê Ayşe Efendî axivî û peyama têkoşîna hevpar a li dijî faşîzmê da.    Meş bi dirûşma "Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.