Pergala dagirkeriya Erdogan dê di nava agirê şoreşa gelan de were şewitandin
- 09:03 5 Mijdar 2018
- Rojane
Rûken Goman
QAMIŞLO - Cîgira Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm geşedanên siyasî û rewşa dagirkeriya Tirkiyê nirxand, ferîde diyarkir ku stratejiya tirkiyê li ser bingehê qirkirina gelan e. Ji bo wê jî dixwaze vîn û aramiya herêmê têk bibe, lê agirê şoreşa rojavayê Kurdistanê dê erdogan û pergala wî bişewtîne û tûne bike.
Dewleta tirk berî çend rojan êrîşî herêma Kobanê û Girê Spî kir û herêmên ku gelên sivîl têde bi aramî dijiyan bimbebaran kir. Deletên navneteweyî jî ku li dijî van êrîşan bêdeng man bi bêdengiya xwe êrş erê kirin. Cîgira Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm geşedanên siyasî û rewşa dagirkeriya Tirkiyê nirxand. Ferîde diyarkir ku stratejiya tirkiyê li ser bingehê qirkirina gelan e. Ji bo wê jî dixwaze vîn û aramiya herêmê têk bibe, lê agirê şoreşa rojavayê Kurdistanê dê erdogan û pergala wî bişewtîne û tûne bike.
'Êrîşên Tirkiyê li dijî vîn û aramiya gelê herêmê ne'
Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm wiha dest bi nirxandên xwe kir: "Di dema ku Sûriye di qeyraneke mezin re derbas dibe bi saya Projeya Neteweya Demokratîk Rojava û Bakûrê Sûriyê aramiyeke mezin dijîn. Bi awayekî rêxistinî herêm di tê bi rêve birin. Helbet dibe ku dijminên ku naxweze cîhan bi tevahî di aramiyê de bijî li xweşiya wan naye. Ji bo wê jî ji despêkê de dewleta tirk a ku dijminatiya kurdan dike, vîn û aramiya gelên herêmê bin pê dike."
'Deshilatdar dixwazin ji bo qirkirina gelan li hev bikin'
Di berdewamiya axavtinên xwe de Ferîdê bal kişand ser pilananên Erdogan ji bo dirêjiya temenê DAÎŞ'ê. her wiha îtîfaqên ku di civîna çar goşe de derketên pêş û wiha domand: " Piştî dagirkeriya Efrînê niha Erdogan berê xwe dide Rojhilatê Firatê. Herî dawiyê êrîşa xwe li ser Kobanê û Girê Spî pêk anî. Ev tê wateyê ku Erdogan biryara qirkirina gelê kurd daye û sedema êrîşan jî dirêjkirina temenê DAÎŞ'ê ye. Li herêmên ku DAÎŞ ber bi tinebûnê ve diçe Erdogana amadekariya êrişan dike. Ji xwe piştî civîna çar goşe Erdogan dest bi êrîşên xwe kir. Ji ber ku li ser maseya qirkirinê deshiladaran li hev kirin. Ev yek jî dide diyarkirin ku dewletên navneteweyî jî bi Erdogan re di nav planan de ne. Hetanî dihêle ku Erdogan sînoran derbas bike û li dijî destkeftiyên kurdên Rojava bisekine."
'Pergala dagirkeriyê dê bi agirê şoreşa rojava bişewite'
Ferîdeyê dest nîşan kir ku bi berxwedanê wê êrişên Tirkiyê têk biçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk di bingeha xwe de êdî têkçûyinê dijî. Dewleta tirk bi hemû hêzan re di nav pêwendiyan de ye. Helbet li himber vê yekê gelê me jî bêdeng namîn. Ji ber ku ev gel fêrî teslîmiyetê nebûye û sîstema netewa demokratîk gelên herêmê kirin yek. Dê Erdogan bi sernekeve, ji ber ku ji niha û şûn ve dê Agirê Şoreşa Rojavayê kurdistanê erdogan û pergala wî di nava xwe de bide şewtandin. Xeta azadiyê diyare dê serkeftin para gelê bakûrê Sûriyê be."