Pergala dagirkeriya Erdogan dê di nava agirê şoreşa gelan de were şewitandin 2018-11-05 09:03:23   Rûken Goman    QAMIŞLO - Cîgira Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm geşedanên siyasî û rewşa dagirkeriya Tirkiyê nirxand, ferîde diyarkir ku stratejiya tirkiyê li ser bingehê qirkirina gelan e. Ji bo wê jî dixwaze vîn û aramiya herêmê têk bibe, lê agirê  şoreşa rojavayê Kurdistanê dê erdogan û pergala wî  bişewtîne û tûne bike.     Dewleta tirk berî çend rojan êrîşî herêma Kobanê û Girê Spî kir û herêmên ku gelên sivîl  têde bi aramî dijiyan bimbebaran kir.  Deletên navneteweyî jî ku li dijî van êrîşan bêdeng  man bi bêdengiya xwe êrş erê kirin. Cîgira Hevseroka Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm geşedanên siyasî û rewşa dagirkeriya Tirkiyê nirxand. Ferîde diyarkir ku stratejiya tirkiyê li ser bingehê qirkirina gelan e. Ji bo wê jî dixwaze vîn û aramiya herêmê têk bibe, lê agirê  şoreşa rojavayê Kurdistanê dê erdogan û pergala wî  bişewtîne û tûne bike.   'Êrîşên Tirkiyê li dijî vîn û aramiya gelê herêmê ne'     Cîgira Hevserokatiya Desteya Perwerdê ya Herêma Cizîrê Ferîde Brahîm wiha dest bi nirxandên xwe kir: "Di dema ku Sûriye di qeyraneke mezin re derbas dibe bi saya Projeya Neteweya Demokratîk  Rojava û Bakûrê Sûriyê aramiyeke mezin dijîn. Bi awayekî rêxistinî  herêm di tê bi rêve birin.  Helbet dibe ku dijminên ku naxweze cîhan bi tevahî di aramiyê de bijî  li xweşiya wan naye. Ji bo wê jî ji despêkê de dewleta tirk a ku dijminatiya kurdan dike, vîn û aramiya gelên  herêmê bin pê dike."     'Deshilatdar dixwazin ji bo qirkirina gelan li hev bikin'    Di berdewamiya axavtinên xwe de Ferîdê bal kişand ser pilananên Erdogan ji bo dirêjiya temenê DAÎŞ'ê. her wiha îtîfaqên ku di civîna çar goşe de derketên pêş û wiha domand: " Piştî dagirkeriya Efrînê niha Erdogan berê  xwe dide Rojhilatê Firatê. Herî dawiyê êrîşa xwe li ser Kobanê û Girê Spî pêk anî. Ev tê wateyê ku Erdogan biryara qirkirina gelê kurd  daye û sedema êrîşan jî dirêjkirina temenê DAÎŞ'ê ye. Li herêmên ku DAÎŞ  ber bi tinebûnê ve diçe  Erdogana amadekariya êrişan dike. Ji xwe piştî civîna çar goşe Erdogan dest bi êrîşên xwe kir. Ji ber ku  li ser maseya qirkirinê deshiladaran li hev kirin.  Ev yek jî dide diyarkirin ku dewletên navneteweyî jî bi Erdogan re di nav planan de ne. Hetanî dihêle ku Erdogan sînoran derbas bike û li dijî destkeftiyên kurdên Rojava bisekine."   'Pergala dagirkeriyê dê bi agirê şoreşa rojava bişewite'    Ferîdeyê  dest nîşan  kir ku bi  berxwedanê wê êrişên Tirkiyê têk biçin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Dewleta tirk di bingeha xwe de êdî têkçûyinê dijî. Dewleta tirk bi hemû hêzan re  di nav pêwendiyan de ye.  Helbet li himber vê yekê gelê me jî bêdeng namîn. Ji ber ku ev gel fêrî teslîmiyetê nebûye û sîstema netewa demokratîk gelên herêmê kirin yek. Dê Erdogan bi sernekeve, ji ber ku ji niha  û şûn ve dê Agirê Şoreşa Rojavayê kurdistanê erdogan û pergala wî di nava xwe de bide şewtandin. Xeta azadiyê diyare dê serkeftin para gelê bakûrê Sûriyê be."