Şandeya Amerîkayî çû serdana Rojnameger Gulîstan
- 15:51 3 Mijdar 2018
- Rojane
MINBIC - Nûçegîhana ANHA'yê ya li Girî Spî di dema şopandina nûçeyan de bi êrîşên dewleta tirk birîndar bûn, niha di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê tedawîkirin. Gelek kes tên serdana Gulîstanê.
Nûçegîhana ANHA'yê ya li Girî Spî di dema şopandina nûçeyan de bi êrîşên dewleta tirk birîndar bûn, niha di beşa lezgîn a nexweşxaneyê de tê tedawîkirin. Gelek kes tên serdana Gulîstanê. Îro jî şandeya Amerîkayî hatin serdana Gulîstan Mihemed. Bijîşka diyar kirin ku rewşa Gulistanê ne zêde baş e.
Ji şandeyê Amerîkayî Wiliyem Robot ji Gulistan Mihemed re sersaxî xwest û got:"Em dizanin ku tu weke jineke rojnamevan dema ku te xwest tu rastiya welatê xwe derxînî holê tu hatî hedefgirtin. Em hêvî dikin ku êrîşên li dijî Rojanameger û hemû Sûriyeyê bi dawî bibe."
Tê payîn ku Gulîstanê heta demek dirêj di nexweşxaneyê de bimîne.