Pervîn Bûldan: Ala wî ji me re hişt niha hevalê me bilind kirine

  • 15:41 3 Mijdar 2018
  • Rojane
RIHA - Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan di mewlûda Parlamenterê berê yê HDP’ê Îbrahîm Ayhan de axivî û got: “Em ê nehêlin ku ala hevalê me Îbrahîm Ayhan bikeve erdê. Ala wî ji me re hişt niha hevalê me bilind kirine.” 
 
Bi ser wefata Parlamenterê berê yê HDP’ê yê Rihayê Îbrahîm Ayhan ê li Herêma Kurdistan a Federe li bajarên Hewlêrê di encama krîza dil de jiyana xwe ji dest da 40 roj derbas bû. Ji bo 40’ê Ayhan li navçeya Siwêregê ya Rihayê mewlûd hat dayîn. Hevseroka Giştî ya HDP’ê Pervîn Buldan, parlamenterên HDP’ê Dersim Dag, Remziye Tosun, Tulay Hatîmogullari û Feleknas Uca, Hevseroka HDP’a Amedê Fîlîz Buluttekîn, Hevseroka DBP’a Amedê Naşîde Toprak, parêzer Reyhan Yalçindag Baydemîr, gelek siyasetmedar û welatî beşdarî mewlûdê bûn. Di mewlûdê de dayika Ayhan û malbata wî xemgîn bûn. 
 
'Ala wî ji me re hişt niha hevalê me bilind kirin e'
 
Piştî xwendina mewlûdê Hevserok Pervîn Buldan axivî û destnîşan kir ku êşa wan mezin e û got: “Êşa me wek her gavê gelek taze ye. Hevrê Îbrahîm hevrêyek wisa bû ku tu demê cihê wî nayê tijekirin. Lê bes hêj zû bû ji nav me koç kir. Hevrê Îbrahîm şehîdê me yê aştî û demokrasiyê ye. Gelek salan ji bo aştî û demokrasiya welêt xizmet kir. Demek dirêj li Rihayê têkoşîna aştiyê da. Hevalek ku her tim li dijî vê pergalê têkoşiya. Tu demê gav paş de neavêt. Li derve û hundirê têkoşîna aştî û demokrasiyê da. Vê pergala ceberut zilm lê kir. Pergalê nehişt ku li welêt dermankirina xwe pêk bîne. Em ê nehêlin ku ala hevalê me Îbrahîm Ayhan bikeve erdê. Ala wî ji me re hişt niha hevalê me bilind kirin e.” 
 
Piştî axaftinê xwarina mewlûdê hat dayîn. 
 
Piştî mewlûdê Pervînê, parlamenter û malbatê çûn goristanê û gora Ayhan ziyaret kirin. Piştî xwendina fatîhayan Pervîn û heyeta pê re ji navçeyê veqetiya.