Dayikên Şemiyê: Em tenê edaletê dixwazin

  • 15:17 3 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Dayikên Şemiyê ku xwestin li Qada Galatasarayê daxuyaniyê bidin carek din hatin astengkirin. Dayikên Şemiyê ku di bin dorpêça polîsan de aqûbeta Nazim Gulmez a hat windakirin pirsîn, diyar kirin ku 23 salin li edaletê digerin û dê heta dawi legerîna xwe ya edaletê berdewam bikin." 
 
Dayikên Şemiyê ku heta hefteya 699'an li Qada Galatasarayê daxuyanî dan û di hefteya 700'î de bi fermana Wezîrê Karên Hundir Suleyman Soylu çalakiya wan hat astengikrin, 10 hefteye rastî astengiyên polîsan tên. Dayikên Şemiyê ku di hefteya 710'an de xwestin li Qada Galatasarayê çalakiyê pêk bînin dîsa rastî astengiya polîsan hatin. Dayikên Şemiyê ku ewil li avahiya Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) ya Stenbolê kom bûn, xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Lê ji ber ku polîsan avahîya ÎHD'ê dorpêç kir, destûr nedan ku dayik biçin Qada Galatasarayê. Li ser vê yekê Dayikên Şemiyê wêneyên xizmên xwe yên winda hilgirtin û pankarta li ser wêneyê windayan heye vekirin. Piştre jî li ber avahiya ÎHD'ê daxuyanî dan çapemeniyê. Dayikan di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta Nazim Gulmez ê di 14'ê Cotmeha 1994’an de hat binçavkirin û windakirin pirsîn. Di çalakiya di bin dorpêça polîsan de pêk hat de parlamenterê HDP'ê Oya Ersoy, Huda Kaya û Parlamenterê CHP'ê Ali Şeker jî amade bûn û piştgirî dan dayikan. 
 
Vê hefteyê Endama Komîsyona Windayên Dibin Çavan de ya ÎHD'ê Sebla Arcan daxuyanî xwend. Sebla, diyar kir ku çalakiya wan a li Qada Galatasarayê tê asteng kirin û wiha got: “Daxuyaniya li Qada Galatasarayê û parvkirina fikrên me li gorî Qanuna Bingehîn û zagonan mafekî herî rewa û hiqûqî qe. Lê ev mafê me bi zora polîsan ji destê me hatiye girtin. Ji ber em mafê xwe edalet û hiqûqê dixwazin polîs bi bombeyen gazê û tundiyê êrîşî me dikin. Der û dorê me bi polîsên çekên giran tên dorpêçkirin. “Nazim Gulmez ê 61 salî û bavê 9 zarokan, li Gundê Taşitli yê Navçeya Hozat a Dersimê sewalkarî û çandinî dikir. Nazim Gulmez, ji aliyê cîran û derdorê ve pir dihat hezkirin. Di 14'ê Cotmeha 1994'an de dema eskerên Tugaya Komando ya Bolu li herêmê derketin operasyonê hatin gundê Taşitli û eskeran Nazım Galmez li malê binçav kirin û xwestin li nava zeviyan pêşengiyê ji wan re bike. Gulmez û 3 gundiyên din jî bi xwe re birin. Hemû gundî şahidê vê yekê ne. 3 kesên li gel Gulmez hatin binçavkirin demek şûnde hatin berdan. Lê Gulmez carek din nehat berdan û ji wê demê heta niha winda ye." 
 
Sebla, anî ziman ku malbat ji bo Nazim bibînin serî li hemû rayedarên saziyên dewletê dan, lê heta niha tu encam bi dest nexistine. 
 
Xwişka Cemil Kırbayir Fatma Kirbayir jî axivî û wiha got: “38 salin em li Cemîl digerin. Dayika min heta van deran hat. Ji bo kurê xwe bibîne bi Erdogan re jî hevdîtin kir. Erdogan got 'Em dê bibînin' Lê hêj tu encam tune. em tenê li hestiyê zarokên xwe yên winda digerin.  Em tenê edaletê dixwazin." 
  
Herî dawî birayê Rıdvan Karakoç Hasan Karakoç jî wiha got: “23 salin em li edaletê digerin. 23 salin em têkoşîna ji bo edaletê didin. Em têkoşîna vê şermê li vir didin. Em têkoşîna li dijî sûcê li hemberî mirovahiyê didin. Em mafê xwe yê rewa gor û hestiyên zarokên xwe yên hatin windakirin dixwazin. Ev têkoşîn 3 nişt e didome. Dê ji niha û şûnde jî heta bi encam bibe dê bidome. Em tu car dest ji vê têkoşîn û lêgerîna edaletê bernadin. têkoşîna me ya edaletê dê her dem berdewam bike."