ÎRA: Di cotmehê de rojnamegerek hat qetilkirin yek jî hat girtin

  • 13:28 3 Mijdar 2018
  • Rojane
AMED - ÎRA'yê di destpêkê de kuştina Rojnameger Cemil Kaşikçi şermezar kir û daxwaz kir ku sûcdar û yên hevparên vî sûcî bên dîtin û darizandin. ÎRA'yê daxuyand ku di Cotmehê de rojnamegerek hat qetilkirin yek jî hat girtin, 6 rojnameger ji karê xwe hatin dûrxistin û 15 rojnameger jî hatine binçavkirin. 
 
Însayitifa Rojnamegerên Azad (OGÎ) rapora binpêkirina mafên rojnamegeran a meha Cotmehê li Şaxa Komeleya Mafên Mirovan a Amedê bi civîna çapemeniyê parve kir. Kurdîya daxuyaniyê Rojnameger Roza Metîna ya Tirkîjî Berdevkê Însayitifa Rojnamegerên Azad Hakki Boltan xwend. Li raporê di Cotmehê de rojnamegerek hat qetilkirin yek jî hat girtin, 6 rojnameger ji karê xwe hatin dûrxistin û 15 rojnameger jî hatine binçavkirin. 
 
Hakki, ewil Kuştina Cemal Kaşikçi yê Rojnameger ê di 2’yê Cotmehê de li Stenbolê di Sefaretxaneya Erebîstana Siûdî de het kuştin şermezar kir û wiha got: "Em dixwazin ku kujer û hemû şirîgên kujeran bên ditin û li pêşberî dadgehê bên darizandin. Em ji ber ku di doza Xebatkarê Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hat girtin Kadrî Bagdu girtin û di 14’ê Cotmeha 2014’an de li taxa Ova ya Navçeya Seyhana Edeneyê hat qetilkirin de tu pêşketin pêk nehatiye şermezar dikin. Ji bo ku li gel li xwe mikurhatine Servet Koç ê endamê DAIŞ’ê jî doz nehat zelalkirin em dibêjin ku ev helwest helwesta astegkirina hişmendiya siyaseta desthilatdariyê ye."
  
Hakki, Midûrê Herêma Amedê yê DÎHA Kadrî Kaya jî bibîr anî û wiha berdewam kir: "Di roja 29’ê Cotmehê de kedkarê mezin û mirovê pîroz ê Çapameniya Azad Mamoste Rojnameger Kadrî Kaya  ji ber nexweşiya bê eman jiyana xwe ji dest da û çû ser dilovaniyê. Em ji ber wefata Rojnameger Mamoste Kadrî Kaya ji Malbata Kaya re, ji malbat, kedkarên Çapameniya Azad û hemû dost û hezkarên Kaya re sersaxiyê dixwazin."  
 
Hakki, bal kişand ser polîtîkaya li ser kuştina Kaşiçki û wiha berdewam kir: "Ligel kujerên Rojnameger Cemal Kaşikçî dihat zanîn jî ji ber nakokiyên neteweyî û pevçûnên li herêmê kirin kaos û şolî kirin. Serokê AKP'ê û Serokomar Tayyip Erdogan got “Di destê me de belge hene. Lê em lez nakin. Ger ku wexta wê hat em dê aşkere bikin." Li şûna bi lez û bez ev mijar ronî kiribûna û lêpirsina îdarî û hiqûqî dabûna destpêkirin, lê hêj gelek pirs bên bersîv mane û der barê pêvajoya darizandinê de cemawerî nehatiye ronîkirin. Ev jî nîşan dide ku cînayet kirine bazara navneteweyî. Ev yek bêtir me dixe nava fikaran.  Helwesta li dijî rojnamegeran a li gor hesabên desthilatdariyê û dîsa birîna cezayan a li rojnamegeran wek êşa reş tê bikaranin. Êdî medya muxalefet nikare li Tirkiyê frekansa uydiyê bikire û weşanê di ser uydiyê de bike. Ji ber zama bê hed û hesab a li ser kaxit jî bû sedem ku her roj di mendya nivîskî de jî rojnameyek bê girtin. Siyaseta cezayê ya li rojnamegeran tê birin jî di nav heman helwestê de zêdetir dibe. Hin rojnameger “cezayê kontrola edlî” li wan tên birîn û derfetê nivîsandinê ji destê wan tê derxistin. Hinekan bi cezayê pereyan çavtirsî dikin. Gelek rojnameger li ber deriye dadgehan tên bêzarkirin. Hevpîşeyên me yên girtî li ser ên derve wek zext û gefek tên bikaranîn. Li gel hemû zor û zehmetiyan hevpîşeyên me yên ku kar jî dikin bi serdagirtina mal û cihê wan ên xebatê gef li wan dixwin û dixwazin wan bitirsînin. "  
 
Rapora Însayitifa Rojnamegerên Azad wiha ye:
 
* 172 rojnameger girtî ne
 
* 15 rojnameger hatin binçavkirin
 
* Rojnamegerek hat girtin
 
* Derbarê rojnamegerekî de doz hat vekirin
 
*42  rojnameger hatin darizandin
 
* Li 5 rojnamegerî 12 sal 6 meh 27 rojî  cezayê girtîgehê hat birîn
* 1 gazeteci öldürüldü, 
 
* Rojnamegerek hat surgunkirin
 
* 2 rojnameger hatin tehliyekirin
 
* 6 rojnameger ji karên xwe hatin dûrxistin. 
 
ÎRA'yê di dawiya daxuyaniyê de binpêkirina mafên rojnamegeran şermezar kir û banga berdana hemû rojnamegerên girtî kir.