'Em ê li dijî dagirkeran berxwedana xwe bidomînin'

  • 09:21 3 Mijdar 2018
  • Rojane
Stêrvan Bêrîtan  
 
MINBIC - Nûçegîhana ajansa ANHA'yê Selwa Ebdul Rehman û Hevseroka Kar û Barê Ragihandina Minbicê êrîşên dewleta tirk ên li ser rojnamegeran û Rojava şermezar kirin û gotin:"Em ê bêdeng nemînin û li dijî dagirkeran berxwedana xwe bidomînin."
 
Êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojava didome. Nûçegîhanên ANHA'yê Îbrahîm El-Ehmed û Gulîstan Mihemed dema ku dixwestin êrîşên dewleta tirk ên  li dijî Girê Spî bişopînin di encama topbarana dewleta tirk de birîndar bûn. Têkildarî mijarê de Nûçegîhana ajansa ANHA'yê Selwa Ebdul Rehman û Hevseroka Kar û Barê Ragihandina Minbicê axivîn û gotin:"Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên faşîzane û hovane dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike û naxwazin gelê Kurd bibe xwedî statu. Di encama van êrîşana de nûçegîhanan jî hedef digirin. Em vê yekê qebûl nakin û em dibêjin têkoşîna me ya li dijî dagikeriyê û faşîzmê dê bidome."
 
'Ew ê nikaribe dengê civakê qut bike' 
 
Hevseroka Kar û Barê ragihandina  Minbicê  Rula Mihemed êrîşên dewleta Tirk şermezar kir û wiha got: "Erdogan ji bo qirêjin navxweyî yên ku dike veşêre êrişî Rojava dike û di heman demê de Rojnamegeran dike hedef. Ji ber ku rojnameger rastiyê derdixin holê êrîşî rojnamegeran dike. Rojnameger dengê civakê ye, ew ê nikaribe dengê civakê qut bike. 
 
'Bêdengiya navneteweyî didome'
 
Her wiha nûçegihana ANHA'yê Selwa Ebdul Rehman jî bal kişand bêdengiya navneteweyî û wiha got:"Bi êrîşên dewleta tirk, zarok, jin, rojnamegeri, yên temenbilin hemû kes hedef tên girtin û bi awayekî hovane tên qetilkirin lê li dijî vê yekê bêdengiya navneteweyî didome. Em vê yekê bi zimanekî tund şermezar dikin. Dewleta tirk alîkarî da DAÎŞ'ê û di encama êrîşên DAÎŞ'ê de jî rojnameger Hogir Mihemed, Rizgar Deniz, Dilîşan Îbiş hatin qetilkirin. Em ê bêdeng nemînin û li dijî dagirkeran berxwedana xwe bidomînin. Em ê her dem soza ragihandina rastiyê bidin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe yên faşîzane û hovane dixwaze destkeftiyên gelê Kurd tune bike û naxwazin gelê Kurd bibe xwedî statu. Di encama van êrîşana de nûçegîhanan jî hedef digirin. Em vê yekê qebûl nakin û em dibêjin têkoşîna me ya li dijî dagikeriyê û faşîzmê dê bidome."