Li Çiyayê Kizwana navenda çand û hunerê hat vekirin

  • 09:13 3 Mijdar 2018
  • Rojane
HESEKÊ - HPC'ê bi armanca pêşxistina çanda şêniyên herêmê û belavkirina çand û hunerê li Çiyayê Kizwana navenda xwe bi merasîmekê vekir.
 
HPC'ê bi armanca pêşxistina çanda şêniyên herêmê û belavkirina çand û hunerê li Çiyayê Kizwana navenda bi navê Abdulwehab Abdulezîz bi merasîmekê vekir. Bi dehan şêniyên herêmê û şandeyek ji komîteya Çand û Hunerê ya kantona Hesekê beşdarî merasîma vekirina navendê bûn. Merasîm bi rêzgirtin hate destpêkirin. Piştre endama HPC-JIN Wefa Ehmed axivî û got:"Çand û huner hebûna gelan e. Divê her em li çanda û hunera xwe xizmetê bikin û xwedî lê bikin."
 
Paşê Yara  Mihemed û Mihemed Qeys stran gotin û helbest xwendin. 
 
Di dawiyê de gel li ber stranên gelêrî govend gerandin.