‘Divê pergalek ku jin hewcedarê nefeqê nebe, bê nîqaşkirin’
- 09:07 3 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku sererastkirina derbarê nefeqê de tê kirin, ne jinê mêr diparêze û got divê pergaleke ku jinan li ser piyan bigire niha bê nîqaşkirin û ev jî ferzkirineke dewleta civakî ye.
Nîqaşên derbarê guherînên nefeqeya ku piştî destberdanê tê dayîn didomin. Guherînên derbarê nefeqeyê de rastî berteka rêxistinên jinan û gelek aliyan tê. Parêzer Gulşen Ozbek jî derbarê pêşnûmeya qanûna têkildarî rakirina nefeqeyê de axivî û got armanca vê pêşnûmeyê ev e ku mêr biparêzin.
‘Jin di bin êrîşek cidî de ne’
Gulşenê di berdewamiya axaftina xwe de got li şûna ku pêşnûmeyek ku jinan xurt dike bê pêşkêşkirin, pêşnûmeyek ku jinan bi giştî tune dihesbiînin anîne rojevê û wiha pê de çû: “Di pêvajoya desthilatdariya AKP’ê de li hemberî destkeftiyên jinan êrîşên cidî pêk hatin. Her roj jin rastî şîdetê tên, tên qetilkirin. Ji ber polîtîka û pêkanînên desthilatdariyê jin di bin êrîşek cidî de ne. Ligel ku daxwaza civakê tune ye, rojev tên afirandin. Beriya guherîna derbarê vê pêşnûmeyê de bê kirin, di asta wezaretê de bi vê guherînê re civak hat amadekirin.”
‘Pêşnûme qanûna nû bi giştî mêran diparêze’
Gulşenê destnîşan kir ku rewşa girtina nefeqeyê ya jinan li gorî hejmara zarokan, li gorî hebûna zarok, rewşa bi qusur a jinê, pêvajoya zewacê li ber çavan tê girtin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo nefeqeyê hinek şertan didin pêş. Pêşnûme qanûna nû jî bi giştî mêran diparêze. Her wiha ev pêşnûme destberdana jinan jî zehmet dike. Bi vê pêşnûmeyê hewl didin jinan ji destberdanê vegerînin û mahkumê malê bikin. Em van êrîşên li hemberî destkeftiyên jinan tu car qebûl nakin. Vê yekê bi xêra xwe nadin jinan, ev ferzkirina dewleta civakî ye.”