ROJEVA 3'Ê MIJDARA 2018'AN
- 09:00 3 Mijdar 2018
- Rojev
*Jina bi navê Eyşa Derwêş a dikandar ku li Minbicê dijî diyar kir ku jin di xwezaya xwe de xwedî hêz îradeyek mezin in û got:"Divê jin bi hêza xwe bawer bin, destên xwe li ber tu kesî veneke û bikaribe li ser piyên xwe bisekinin."
*Parêzer Gûlbîn Şahîn, binpêkirinên mafan ên li gitîgehên Tirkiyeyê tên kirin nirxand û diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê bi dawî bû binpêkirina mafan, binçavkirin û girtin gellek zêde bûne. BI DÎMEN
*Parêzer Şehrazat Mercan diyar kir ku di pêvajoya xweza tê qetilkirin de TBB’ê, Komîsyona Hiqûqê ya Bajar û Hawirdorê teng kiriye û parêzer tasfiye kirine, bûye hevkarê sûc. Şehrazatê diyar kir ku ji bo dozên ekolojiyê di çarçoveya ‘sûcê ekolojîk, sûcê bajar’ de bê nrixandin xebatên komîsyonê dane destpêkirin û got bi tasfiyekirina ji komîsyonê re xebat nîvco mane û divê Tirkiye peymana Aarhus îmze bike.BI DÎMEN
*Salîha Aydenîz a HDP’î diyar kir ku di pêvajoya ku nîqaşên yekîtiya neteweyî didomin de, hatina cem hev 9 partiyên Kurd û avakirina ‘Platforma Ziman a Kurd’ girîng e û wiha got: “Ev pêngavek girîng a ji bo xurtkirina tifaq û yekîtiya netewa Kurd e.”BI DÎMEN
*Hevşaredara Tilgebin Rabîa Tekas a ku qeyûm tayînê şûna wê hat kirin, diyar kir ku gelê Botanê li bende roja ku ji qeyûman xilas bibe ye û got: “Em ê van zîhniyetan tune bikin û şaredariyan ji nû ve bigirin.”BI DÎMEN
*Parêzer Gulşen Ozbek diyar kir ku sererastkirina derbarê nefeqê de tê kirin, ne jinê mêr diparêze û got divê pergaleke ku jinan li ser piyan bigire niha bê nîqaşkirin û ev jî ferzkirineke dewleta civakî ye.BI DÎMEN