'Wê têkoşîna jinên ciwan bi ser keve'
- 14:53 2 Mijdar 2018
- Rojane
AMED - Meclisa Jinên Ciwan a HDP'ê ya Amedê derbarê binçavkirina endamên xwe û tundiyê de civîn li dar xist, diyar kir ku bi êrîşên tên kirin re têkoşîna wan hedef hatiye gitin û ev tişt hat gotin: "Em careke din dibêjin ku wê êrîş me bêzar nekin û wê berxwedana jinên ciwan bi ser keve."
Meclisa Jinên Ciwan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) derbarê 4 endamên xwe yên ku hatin binçavkirin ku du roj in li emniyetê tên girtin de civîn ji çapemeniyê re li dar xist. Di civîna ku li avahiya HDP'ê ya Amedê hat kirin de li ser navê meclisê Hazal Karayel axivî û diyar kir ku tê xwestin têkoşîna jinên ciwan bê astengkirin.
'Tundî roj bi roj zêde dibe'
Hazal diyar kir ku pêvajoya tê re derbas dibin roj bi roj xirabtir dibe, polîtîkayên şerê taybet tên pêşxistin û bi van polîtîkayan re rûbirû dimînin. Hazal di berdewamiyê de anî ziman ku di salên 1990'î de xwestin bi kuştinên kiryarên wan ne diyar Gelê Kurd bêzar bikin û wiha berdewam kir: "Îro jî bi binçavkirin û girtinên dijhiqûqî û revandinan polîtîkayên bi heman rengî tên pêşxistin. Di kesayet jinên ciwan de Meclisên me yên ciwanan hedef tên girtin û her roj hevalên me tên binçavkirin, revandin û bi polîtîkayên sîxurkirinê re rûbirû tên hiştin."
'Dixwazin têkoşîna me ya rewa pasîf bikin'
Hazal di axaftina xwe de got ku di nava hefteyê de 4 endamên wan dema ji avahiya wan a bajêr derketin ters hatine kelepçekirin û binçavkirin, endamekî wan jî hatiye revandin û sîxurî lê hatiye ferzkirin û herî dawî jî 4 endamên wan ên jin piştî ku hatine şopandin hatine binçavkirin. Hazal got ku endamên wan ên ku hatine binçavkirin lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Hazal di dirêjiya axaftina xwe de got ku ev nêzîkatiyên rûmet şikandinê ne û ev tişt got: "Em dizanin ku ev ne êrîşên ji rêzê ne. Ev polîtîkayên şerê taybet ên li dijî têkoşîna me ne. Çawa îro di şexsê jinê de nirxên ku li Kobanê hatin afrandin bi êrîşê re rûbirû ne,têkoşîna me ya rewa jî tê xwestin ku bê pasîfîzekirin."
Hazal herî dawî got ku ew ê li dijî van poltîkayên qirêj berxwedana xwe mezintir bikin û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Em dibêjin ku em li dijî van êrîşên hovane nayên bêzarkirin û wê berxwedana jinên ciwan bi ser keve."