Du nûçegihanên ANHA'yê birîndar bûn
- 13:09 2 Mijdar 2018
- Rojane
GIRÊ SPÎ - Du nûçegihanên ANHA'yê ku li Girê Spî êrîşên TSK'ê dişopandin birîndar bûn rakirin Nexweşxaneya Wetanî ya Bajêr.
Nûçegihanên Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA) Îbrahîm Ehmed û Gulîstan Mihemed dema ku dixwestin êrîşên Hêzên Çekdar ên Tirk (TSK) ên li dijî Girê Spî bişopînin di encama topbarana TSK'ê de birîndar bûn. Her du nûçegihanan ji bo dermankirinê rakirin Nexweşxaneya Wetanî Bajêr. Hat zanîn ku ji ber Gulîstan Mihemed ji serê xwe birîndar bûye rewşa xetereya wê heye û wê hildane emeliyatê. Îbrahîm Ehmed jî ji destê xwe birîndar bûye û hat ragihandin rewşa wî baş e.