Parêzerê Abdullah Oclaan ji bo hevdîtinê serlêdan kir

  • 12:12 2 Mijdar 2018
  • Rojane
STENBOL - Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo biçe Îmraliyê, li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê serlêdan kir. 
 
Parêzerê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan Mazlûm Dînç, ji bo biçe Girtîgeha Sergirtî ya Tîpa F a Ewlekariya Bilind a Îmraliyê û bi Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê da.
 
Abdullah Ocalan hevdîtina herî dawî di 11’ê Îlona 2016’an de, bi birayê xwe Mehmet Ocalan re kiribû.