‘Dixwazin li ser rizandina civakê civekek nû ava bikin’
- 09:07 2 Mijdar 2018
- Rojane
EDENE- Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek der barê sererastkirina nefeqeyê de ku hatiye rojevê, nirxandin kir û wiha got: “Dixwazin li Tirkiyeyê civakek nû biafirînin. Vê jî bi rizandina civakê hewl didin pêk bînin. Dema vê ji dikin, destkeftiyên jinan hedef digirin û dixwazin van destkeftiyan tune bikin.”
Endama Piştevaniya Mor a Edeneyê Pelîn Songul Çîçek der barê sererastkirina nefeqeyê de ku hatiye rojevê, nirxandin kir. Pelînê diyar kir ku ev rewş di çarçoveya qanûnên ku Komîsyona Destberdanê ya di 2016’an de amade kiriye derketiye holê û wiha got: “Der barê qanûna nefeqeyê de wiha dibêjin; pêvajoya têkiliyê, pêvajoya zewacê, hebûna zarokan, rewşa aborî ya jin û mêr. Di vir de sedema destberdanê mijara gotinê ye. Dîsa mijara ku kî zêdetir bi qusur e. Çawa ev sererastkirin derket holê alîgirên AKP’ê, rojnameyên Yenîş Şafak û Akîtê mexduriyeta mêran derxistin pêş.”
Pelînê daxuyakirin ku bi qanûna nefeqeyê re wê jin di nav malbatê de bê hepskirin û wiha pê de çû: “Lê wek em dizanin destberdan bi tena serê xwe titşekî zehmete. Tê zanîn ku jinên destberdanê tînin ziman tên qetilkirin. Ev rewşa li ber me wisa tê sekinandin, niha qanûna nefeqeyê derxistine. Ev jî aşkera nîşan dide ku pêşî li destberdanan berdin û jinan hepsê malê bikin. Dîsa ji aliyê dadger ve li gorî qusur, wê nefeqe bê teqezkirin. Qanûn ji xwe dijberî jinane. Her tim mêran diparêzin. Gelo dema rewş wisa be wê ev sererastkirin fêdeyek çawa bide jinan.”
‘Êrîşa ewi li dijî jina ye’
Pelînê di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku bi vê sererastkirinê, di esasê de êrîşî tevgera jinan û destkeftiyên jinan dikin û got: “Dixwazin li Tirkiyeyê civakek nû biafirînin. Vê jî bi rizandina civakê hewl didin pêk bînin. Dema vê rizandinê dikin, destkeftiyên jinan jî hedef digirin û dixwazin tune bikin.”