Jinên Kobanê: Dê êrîşên dagirkeran vîna me nikaribe bişikîne

  • 09:02 2 Mijdar 2018
  • Rojane
Îlham Eloso
 
KOBANÊ - Jinên Kantona Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de anîn ziman ku ew wekî jinên Kurd bi hêzek mezin li ser piyên xwe disekinin û wiha gotin:"Dijminê me her tim dijmin e ew nabin dost. Em ê jî li dijî dijminên xwe her di  nava têkoşînê de bin. Dê êrîşên dagirkeran vîna me nikaribe bişikîne."
 
Di demên dawî de êrîşên dewleta tirk ên li dijî Rojavayê Kurdistanê zêde dibin. Têkildarî mijarê de jinên Kobanê peyama yekîtiyê û têkoşînê dan û gotin:"Dewleta tirk hêza xwe ji welatên derve digire û êrîşî gelê Kurd dike. Di heman demê de êrîşî nirxên mirovatiyê û demokrasiyê dike. Divê hemû cîhan li dijî vê yekê derkeve."
 
'Dê demokrasî bi ser bikeve'
 
Jina bi navê Seyde Îbû diyar kir ku gelê Kurd heta niha tu carî serî li dijî dagirkeriyê netewandiye û natewîne û wiha got:"Bila dewleta tirk a dagirker baş bizanibe ku em ji êrîşan natirsin. Em li ser şopa şehîdên xwe yê leheng têkoşîna xwe didomînin. Bila kes nebêje ku ew dikarin bi hêsanî êrîşî gelê Kurd bike. Em ji hêz û îradeya xwe bawer in. Heta ku em hebin em ê li berxwe bidin. Em nahêlin dagirker bigihêje armanca xwe."
 
'Ew ê bi planên xwe yên qirêj têk biçin'
 
Sozan Muhemed bi lêv kir ku gelê Kurd her dem ji bo aştî û azadiyê li berxwe daye û ev berxwedan dê bidome û wiha got:"Dewleta tirk ji ber neçariya xwe êrîşî gelê Kurd dike. Ew têk çûne ji bo vê têkçûyina xwe veşêrin her erîş dikin. Lê em ê li dijî van êrişana tu carî bêdeng nemînin û li berxwe bidin. Gelê Kurd ji dîrokê heta niha her dem leheng û têkoşer e. Em ê jî vê mîrateya xwe her bidomînin."
 
'Dê êrîşên dagirkeran vîna me nikaribe bişikîne'
 
Sena Muhemmed jî destnîşan kir ku ew ê destûrê nedin ku dijminên mirovatiyê bi ser bikevin û wiha got:"Dewleta tirk alîkariya DAÎŞ'ê kir da ku Kobanê bikeve lê Kobanê neket. Niha jî aşkere ew bi xwe êrîş dike. Lê ew ê nikaribin bi ser bikevin. Em ê bi hemû hêz û baweriya xwe li dijî pêkanînên qirêj ên dewleta tirk bisekinin. Dijminê me her tim dijmin e ew nabin dost. Em ê jî li dijî dijminên xwe her di  nava têkoşînê de bin. Dê êrîşên dagirkeran vîna me nikaribe bişikîne. Dewleta tirk hêza xwe ji welatên derve digire û êrîşî gelê Kurd dike. Di heman demê de êrîşî nirxên mirovatiyê û demokrasiyê dike. Divê hemû cîhan li dijî vê yekê derkeve."