ROJEVA 2'Ê MIJDARA 2018'AN

  • 09:00 2 Mijdar 2018
  • Rojev
*Jinên Kantona Kobanê derbarê êrîşên dewleta tirk ên li ser Rojavayê Kurdistanê de anîn ziman ku ew wekî jinên Kurd bi hêzek mezin li ser piyên xwe disekinin û wiha gotin:"Dijminê me her tim dijmin e ew nabin dost. Em ê jî li dijî dijminên xwe her di  nava têkoşînê de bin. Dê êrîşên dagirkeran vîna me nikaribe bişikîne." DÎMEN HEYE
 
*Berxwedêra Flormarê Ayşe Ozturk bang li jinên li Flormar û Yves Roche dan û stanê dikin kir û got: “Dema jin diçin wan mexezayan bila jinên li fabrîkayan dicemidin bifikirin. Me bi xebatê ji sedî 42 cîro dabe, ji sedî 42 yên bi kar anîn dan qezenckirin. Xwedî li berxwedana me derkevin ku bila zêdetir keda jinê neyê binpêkirin.” DÎMEN HEYE
 
*Penaberên Sûriyeyê yên ji ber şer neçar man welatê xwe terk bikin, li cihê bicih bûne jî çanda xwe didin jiyîn. Yek ji cihên ku penaberên Sûriyeyê tercih kirine bajarê Amedê ye. Li navçeya Baglar a Amedê, li serê her kolanê dikanek şîraniyê ya aydê Suriyeyiyan heye. Penaberên Suriyeyê jî ber tunebûna kar û betaliyê bi gazinc in û diyar dikin ku ew bi van dukanan debara xwe dikin û her wiha çanda xwe jî didin nasîn.DÎMEN HEYE
 
*Endama Piştevaniya Mor Pelîn Çîçek der barê sererastkirina nefeqeyê de ku hatiye rojevê, nirxandin kir û wiha got: “Dixwazin li Tirkiyeyê civakek nû biafirînin. Vê jî bi rizandina civakê hewl didin pêk bînin. Dema vê ji dikin, destkeftiyên jinan hedef digirin û dixwazin van destkeftiyan tune bikin.” BI DÎMEN
 
*Aborînas Guneş Gumuş diyar kir ku AKP ji bo hilbijartinên herêmî niha fatura krîzê bi awayekî herî giran li gel nabire lê piştî hilbijartinê, di hedefa lêçûnên cemawerî de xizan û karker hene.
 
* Nûnera KCDP’ê Gulsum Kav balkişand ser rapora Tirkiyeyê ku GRAVIO aşkera kiriye û got tespîta ‘binê navînê’ ne rast e û wiha got: “Li welatekî ku zarok ji bo rastî îstîmarê neyên teqlîdê mirinê dikin, ‘binê navînê’ be wê çi bibe, nebe wê çi bibe. Ev ji xwe karaset e. Divê ya herî xirab bê qebûlkirin. Tu xala Peyaman Stenbolê nayê bikaranîn û nokteya em hatinê jî vê yekê nîşan dide.”