Gelê Şengalê: Yên me tenê hiştin, nikarin xizmeta me bikin

  • 15:34 1 Mijdar 2018
  • Rojane
ŞENGAL - Gelê Şengalê ku duh qeymeqam û meclîsa PDK’yî ya Şengalê neçar kirin ku paşde bizivirin, îro bi daxuyaniyekî çend daxwaz pêşkêşê hikûmeta Iraqê kirin û dan zanîn ku yên xiyanet li wan kirine, nikarin xizmeta wan bikin.
 
Qeymeqam û endamê meclîsa bajarê Şengalê ku duh bi erêkirina waliyê Mûsilê xwestin vegerin Şengalê, li rastê nerazîbûneke tund ya gelê Êzidî hatin. Gelê Şengalê bi gotina, “Em xayînan naxwazin”, wan paşde zivirandin.  Gelê Şengalê, îro, bi heman mebestê li ber avahiya Qeymeqamiyeta bajarê Şengalê kom bûn û daxuyaniyeke hevbeş dan çapemeniyê.
 
Daxuyaniya gelê Şengalê ji aliyê welatiyê bi navê Semîr Derwêş ve hate xwendin. Di daxuyaniyê de têgotin ku yên bûn sedem ku Şengal bikeve destê DAIŞ’ê ew li wir naxwazin.
 
Daxuyaniya Gelê Şengalê ya derbarê qeymeqam û meclîsa PDK’yî de wiha ye;
 
Em ew kesên ku bûn sedem Şengal bikeve destê DAIŞ’ê, li vir naxwazin. Ji ber kesên ku xiyanet li me kirine, nikarin xizmetê ji me re bikin. Yên ku bibin berpirsên me divê gel bixwe hilbijêre. Em ê van kesên xayîn li Şengalê qebûl nakin.
 
Daxwaznameyeke ji 3 xalan hate pêşkêşkirin,
 
1-Em îdareya kevin ya ser bi PDK’ê li Şengalê naxwazin. Ji ber ev îdare du caran xiyanet li me kirin û me terk kirin.
 
2-Em daxwaza diyarkirina îdareyeke nû dikin û dibêjin, divê gel bixwe vê îdareyê hilbijirê.
 
 3- Eger ev daxwazên me neyên pêkanîn, wê çalakiyên me dewam bikin.
 
Qeymeqamê bi wekalet jî piştgirî da gel
 
Qeymeqamê bi wekalet Fehed Hamid: Ez li gel daxwazên gelim. Dema gel qeymeqamek ji bo xwe hilbijêre amademe erka xwe dewrê wê bikim. Ji sala 2003’an ve PDK ji derveyî yên nêzî xwe kesê di vê îdareyê de qebûl nekiriye. Ji ber vê mafê gel heye ku bixwe kesek diyar bikin.