Gelê Kobanê peyama berxwedanê da

  • 15:06 1 Mijdar 2018
  • Rojane
KOBANÊ - Kobanî di 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de rabûn ser piyan û êrîşên TSK’ê şermezar kirn. Ji fermandarên YPG’ê Hakî Kobanê, diyar kir ku ew amadene xwe feda bikin û got: “Bila hemû kes baş zanibin, me wê rojê çi kir, em îro jî amadene bikin.”
 
Kobanî di salvegera 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê de, daketin qadan û ev roj bi şahiyan pîroz kirin. Bi sedan kesên di saetên serê sibê de li Qada Jina Azad kom bûn, dest bi meşe kirin, wêneyê Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, alên YPG/YPJ, wêneyên şervanên di têkoşîna Kobanê de jiyana xwe ji dest dayîn, rengên kesk, zor û zer hilgirtin. Li tevahiya kantonê, ji derveyî firin û dermanxaneyan hemû esnafan deriyên kargehên xwe girtin. 
 
Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) ê Emîne  Umer, Hevseroka Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûrîyeyê Bêrîvan Xalîd, ji rêveberiya MSD’ê Îlham Ehmed, nûnerên meclîsên Reqqa, Mînbîc û Girê Spî beşdarî meşe bûn û meş li Qada Şehît Egît bi dawî. 
 
Di meşê de li dijî êrîşên Hêzên Çekdarên Tirk (TSK) ên li ser Kobanê, hêrs û nefretek mezin hebû. Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslum destpêkê di şahiya li Qada Şehît Egît de axivî û behsa têkoşîn û berxwedana gelê Kobanê kir. Muslum, diyar kir ku ji bo Kobanê bibe Sûriyeya hevpar a gelan wan bingehek xurt avêtiye û wiha got: “Ji bo ku vê em pergalek ava kir. Êdî gel xwedî li vê pergalê derdikevin.”
 
Piştî axaftina Enwer, ji fermendarên YPG’ê Hakî Kobanê jî, bal kişan ser têkoşîna berî 4 salan a li dijî DAIŞ’ê birêve birin û wiha got: “Cîhan û hemû gelek, ev berxwedan dorpêç kirin. Berxwedana wan rojan, ev rojên azad ji bo me anîn. Îro hin hêz dixwazin tiştên wê demê DAIŞ’ê nekarîn bikin, temam bikin. Bila hemû kes baş zanibin, me wê rojê çi kir, em îro jî amadene bikin. Em cardin amadene xwe feda bikin. Gelê dê ligel şervanên xwe cih bigirin.”
 
Piştî axaftina konser hatin dayîn, govend hat gerandin û gel bi coşek mezin Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir. Pîrozbahî bi şerzkirina dirûşmeyan bi dawî bû.