Hanîfe li gel biryara dûxistinê jî nehat rizgarkirin

  • 14:00 1 Mijdar 2018
  • Rojane
KONYA - Mêrê bi navê Mesut Babayîgît ku derbarê wî de biryara dûrxistina derbarê wî de hebû jî jina bi navê Hanîfe Babayîgît qetil kir.
 
Li navçeya Selçuk ya Konyayê duh êvarê Mesut Babayîgît (35), jina pê re zewicandî Hanîfe Babayîgît (24) qetil kir. Henîfe ji ber ku ji aliyê Mesut Babayîgît ve bi tundiyê re rûbirû mabû derbarê wî de biryara dûrxistina ji Henîfeyê hatibû dayîn. Mesut Babayigît ê ku Henîfe giran birîndar kir piştî ew li Nexweşxaneya Dewletê danîn reviya. Henîfe ya ku ku sewkî Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Konyayê hat kirin li gel mudaxeleya lê hat kirin jiyana xwe ji dest da. Hanîfe beriya ku jiyana xwe ji dest bide diyar kiribû ku Mesut Babayîgît lê daye.
 
Mêrê bersûc li ser îfadeya Henîfeyê hat hat binçavkirin. Bersûc Mesut Babayigît di îfadeya ku da de kuştina Henîfeyê meşrû kir û piştî ku sewkî edliyeyê hat kirin hat girtin.