Rêvebertiya Minbicê Roja Kobanê ya Cîhanê pîroz kir

  • 13:42 1 Mijdar 2018
  • Rojane
MINBIC - Bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a Minbicê daxuyanî da. Di daxuyaniyê de peyama têkoşîna hevpar a li dijî dagirkeriyê hat dayin. 
 
Bi boneya 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê Hevserokatiya Meclîsa Zagonsaz a Minbicê daxuyanî da. Daxuyanî ji aliyê Endama Meclîsa Zagonsaz a Minbicê Suzan Hisên ve hat xwedin. Hemû sazî û dezgeyên Minbicê û gelek kes beşdarî daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku dê li dijî êrîşkar û dagirkeran vîneke xurt bê nîşandan û neyê hiştin ku dagirker bigihêjin armanca xwe. 
 
Di daxuyaniyê de hat gotin ku 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê roja aştî û azadiyê ye. 
 
Her wiha di daxuyaniyê de wiha hat gotin:"Ev rojê di destpêkê de li gelê Kobanê û dawiyê li hemû gelên li Sûriyeyê pîroz dikin. Bi rihê serîhildana Kobanê em ê aştî, azadî û demokrasiyê biparêzin. Em ê bi têkoşînek hevpar li dijî faşîzm û dagirkeriyê bisekinin. Dewleta tirk bi êrîşên xwe dê nikaribe bigihêje armancên xwe. Em ê li dijî dagirkeran her dem vînek xur nîşan bidin."
 
Daxuyanî bi dirûşmên "Şehîd namirin","Bijî Şehîdên nemir","Bijî berxwedana Kobanê" bi dawî bû.