'Îro roja piştevaniya bi jinên ku bi berxwedana xwe dîrok ronî kirin re ye'
- 12:57 1 Mijdar 2018
- Rojane
ENQERE - Meclisa Jinan a HDP'ê di peyama xwe ya ku bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê weşand de wiha got: "Îro roja piştevaniya bi jinên ku bi berxwedana xwe ya dîrokî tarîtî ronkirin e ye."
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê daxuyaniyek nivîskî weşand. Meclîsa Jinan di daxuyaniya ku da de wiha got: “Di ser şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku di sala 2011’an de dest pê kir re 8 sal derbas bûn. Di nava 8 salan de, gelek komkuji, koçberî û wêrankirin hatin jiyîn. Bi şerê Sûriyeyê yê sala 2011’an re, Gelê Kurd, Erep, Suryanî, Asûrî, Ermenî, Çerkez, Turkmen, Çeçen û Keldanî bi hêza xwe ya çewherî û jiyanek hevpar, Şoreşa Rojava ya weke Şoreşa Jinan tê zanîn ava kirin. Bi demê re Şoreşa Rojava ji bo hemû gelên Cîhanê bû model û ji bo gelan, jinan ciwanan û hemû bindestdan bû hêvî û baweriyek mezin.”
'Hişmendiya AKP'ê dîsa êrîşî gelê Rojava dike'
Di dewama daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Di sala 2014’an de DAIŞ’ê xwest Kobanê dagir bike. Bi alîkariya dewletên herêmê xwestin Kobanê dagir bikin, lê di şexsê Arîn Mîrkan de bi berxwedanek dîrokî hemû qedera herêmê hat guhertin û li şûna tarîtiyê serketina ronahiyê li herêmê hat îlankirin. Ji ber vê Kobanê vîna jinan a Arîn Mîrkan e, armanca Rifat (Horoz) ê enternasyonalîst û mîrasê rihê hevpar ê berxwedana Nejat Suphî, Kader Ortakaya, Azîz Guler û bi sedan mirovn enternasyonalîst e. Îro hişmendiya AKP’ê bi piştgiriya DAIŞ’ê dixwaze êrîşî Kobanê û gelê Rojava bike. Çawan ku li dijî hovîtiya DAIŞ’ê berxwedanek dîrok derket holê, li dijî hemû dîktatorên dixwazin bibin mîna DAIŞ’ê jî, divê têkoşîneke mîna ya Arîn Mîrkan derbikeve holê. Êdî divê hemû êrîşên li ser gelên Rojava bi dawî bibin û hêzên desthilatdar ji bo berjewendiyên dawî li polîtîkayên xwe yên li ser Rojava bînin.”
Meclîsa Jinan a HDP’ê di dawiya peyama xwe de wiha got: “1’ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê, ew rojeke ku em piştevaniya xwe ya bi Kobanê re zêdetir bikin û roja xurtkirina piştevaniya bi jinan re ye.”