Parêzerên Abdullah Ocalan ji bo hevdîtinê serlêdan kirin
- 12:26 1 Mijdar 2018
- Rojane
STENBOL - Parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi armanca bi muvekilê xwe re hevdîtin bike cara 760’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Nevroz Uysal, Serbay Koklu û Sînan Zîncîr bi armanca bi muvekkilê xwe re hevdîtinê bikin cara 760’emîn serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê dan.
Parêzerên Abdullah Ocalan ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha her dem bi hinceta “muxalefeta hewayê heye" “koster xera be ye", “koster di tamîrê deye" “OHAL” û "Rastî cezayê dîsîplinê hatiye" rastî astengî û qedexeyan tên.