‘Rihê Kobanê bû hêvî ji bo gelên cihanê’

  • 12:23 1 Mijdar 2018
  • Rojane
MÊRDÎN – Bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê rêxistina HDP'ê ya Mêrdînê daxûyanî da. Di daxûyaniyê de hat diyarkirin ku rihê Kobanê ji bo gelê cîhanê bû hêvî.
 
Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Mêrdînê bi minasebeta 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê li Parka Karayollari daxûyaniyek da. Endam û rêvebirên HDP’ê yên navend û navçeyan tevlî daxûyaniyê bûn. Li ser navê HDP’ê Hevserokê HDP’ê yê Bajarê Mêrdînê Alî Sîncar daxûyanî xwend.
 
Di destpêka daxuyaniyê de hat diyarkirin ku çeteyên DAÎŞ’ê di sala 2014’an de li Iraq û Sûriyeyê bi awayekî hovane êrîşî ser gelan kirin û dîmenê hovîtiya wan ji tevahiya cihîhanê re hatin serwîskirin.  Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Atêşan li dijî van hovên dijminê mirovahiyê; çeteyên DAÎŞ'ê li Mûsûl, Raqqa, gellek bajarên İraq û Sûriyeyê li ber xwe nedan û qad terk kirin. Çeteyên DAÎŞ’ê jî ku hêzên gerdûnî û herêmî alîkarî girtin jin, zarok û sîvîl negotin bi deh hezaran kes qetil kirin. Çeteyên DAÎŞ'ê di vê çarçoveyê de, di sala 2014’an de di demsala payîzê de li Kobanê rastî hêzên gelê kurd û dostên wan hatin. Gelê Kobanê li dijî tank, top û çekên van çeteya xwe bi bedena xw kirin yek û bi awayekî sîtemkar têkoşiyan. Van gelan li Kobanê kirin ku hemû alîgirên demokrasî û azadiyê yên cihanê li ber berxwedana Kobanê bi rêzdarî bejna xwe bitewînin. Kesên ku digotin ‘Kobanê ket dê bikeve’ ji ber berxwedana li Kobanê hewesa wan di qirka wan de ma.” 
 
Tu êrîş nikarin vê rastiyê biguherin
 
HDP'ê di dirêjiya daxuyaniya xwe de diyar kir ku îlankirina 1’ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cihanê, vîna gelê Kobanê nîşan dide û ev tişt hat gotin: “Berxwedana li Kobanê ya li dijî hêzên tarî di sedsala 21’ê de di dîrokê de cihê xwe girt. Tu êrîş nikarin vê rastiyê biguherînin." 
 
‘Em wan bi rêzdarî bi bîr tînin’
 
HDP'ê di dawiya daxuyaniya xwe de 1'ê Mijdarê Rojav Kobanê ya Cîhanê li hemû, berxwedêrên azadiyê, şehîdên berxwedanê û hemû gelê kurd pîroz kir. 
 
Daxûyanî bi çepikan bi dawî bû.