Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneya Amara hat vekirin
- 10:17 1 Mijdar 2018
- Rojane
QAMIŞLO - Li Qamişloya Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneya bi navê Amara hat vekirin.
Bi alîkariya Rêveberiya Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê li Taxa Bişêriyê yaQamişloya Rojavayê Kurdistanê pirtûkxaneya bi navê Amara hat vekirin. Pirtûkxane bi amadebûna Yekîtiya Rewşenbîrên Kantona Qamişloyê, Yekîtiya Xwendekaran, Weqfa Jina Azad û Yekîtiya Ragihandina Azad a Rojava hat vekirin. Axaftina destpêkê ji aliyê Rêvebira Pirtûkxaneya Amara, Dilvîn Tobal hat kirin. Dilvînê vekirina pirtûkxaneyê li gel pîroz kir û got:"Ji bo pêşketina civakê pirtûk gelek girîng e. Perwerde û pirtûk divê her di nava jiyana me de cihê xwe bigire. Em hêvî dikin ku ev pirtûkxaneya dê bibe sedema pêşketinên nû."
Qurdeleya pirtûkxaneyê ji aliyê Endama Komîteya Wêjeya Rojavayê Kurdistanê Ahîn Mihemed ve hat qutkirin.
Di dawiyê de jî şêranî hat belavkirin.