'Em ji topên dewleta tirk natirsin'

  • 09:24 1 Mijdar 2018
  • Rojane
Berçem Cûdî
 
KOBANÊ - Xizmên sivîlên ku di encama topbara dewleta Tirk de birîndar bûn û ji gundên Kobanê ye diyar kirin ku ew ê li dijî topbarana bisekinin û dev ji gundê xwe bernedin. 
 
Artêşa Tirk gundên Aşmê, Kor Elî û Sêlimê yên rojavayê Kobanê topbaran kir. Di encama topbaranê de 2 sivîl birîndar bûne.Xizmên sivîlên ku di encama topbara dewleta Tirk de birîndar bûn û ji gundên Kobanê ye diyar kirin ku ew ê li dijî dagirkeriyê û faşîzmê têkoşîna xwe bidomînin. 
 
Hevjîna sivîlê bi navê Ehmed Elî Xişman (64) ku ji gundê Kor Elîyê ye û bi topbarana dewleta tirk birînda bû û niha jî li nexweşxaneya Kobanê tê dermankirin, Xanim Hiso got:"Saet 10'ê sibehê bû, ji nişkava dengê teqîn û gurme gurmê hat. Em derket ji derve me dît ku topên dewleta Tirk li hemû aliyên gund dikevin. Dengê Hawara zarok û jinan bilind bû. Di wê çaxê de jî hevserê min li ber xaniyê sewalan bû. Wiha jî yek ji topên tangê li xaniyê sewalan ket, dîwarê wê hilweşiya û li ser hevserê min hat. Bi vê yekê jî milê wî şikest. Di wê demê de jî dewleta tirk bi dijwarî gund topbaran dikir, lewra jî me dereng ew ji gund derxist û berê wî da nexweşxaneyê. Em ji dewleta Tirk re dibêjin ku em ji we natirsin, hûn çiqas jî me topbaran bikin em ê vegerin gundê xwe û em ê tu carî jî dest ji axa xwe bernedin. Tu kes nikare me û gundê me ji hev biqetîne û heta ku şervanên me jî hebin em ê tu carî ji dagirkeran netirsin."
 
Her wiha ev çend roj in dewleta Tirk êrîşî sînorên di navbera Bakurê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê dike. Şervanên QSD'ê jî bersiva topbaran didine û di encama wê de jî vê sibehê erebeyeke leşkerî ya artêşa Tirkan teqandin.