Li dijî qanûna îmarê bertek: Em ê barê krîzê hilnegirin

  • 09:19 1 Mijdar 2018
  • Rojane
ÎZMÎR - Li Karabaglarê ku cihê herî mezin yê ‘veguhestina bajarî’ hatiye diyarkirin, gel bertek nîşanî rojeva ‘efûya îmarê’ ya di erefeya hilbijartinê de da. Welatiyan diyar kir ku bi nezelaliyên di qanûnê de bi zanebûn gel tê mijûlkirin û got fatura krîzê jî li xizanan hatiye barkirin.
 
Welatiyan bertek nîşanî pêkanîna ‘efûya îmarê’ ya ku avahiyên dij mevzuatê eleqeder dike, dan û got krîza aborî bi her awayî li gel tê barkirin. 
 
Şêniya taxa Lîmontepe, Fîlîz Ataş destnîşan kir ku ‘efûya îmarê’ bi nezelaliyan tije ye û got ji ber agahiyên têr nayê dayîn ji bo ‘qanûna îmarê’ serlêdan nekirine û wiha pê de çû: “Wezareta bajarvanî û hawirdorê divê der barê hilweşandina avahiyan de, agahiyên zelal bide ku biryarên berê hatine dayîn derbasdar e an na. Ez 35, cîrana min 50 sale li vir e. Di 2003’an de dema me av û ceyran girê da me gelek pere da şaredariyê. Niha jî dibêjin qada bi rîsk. Dikin qurbana veguhestina bajarvaniyê.”
 
Serpîl Adal jî daxuyakirin ku di rewşa xaniyê wan bê hilweşandin de cihekî din ê biçin tune ye û got dewlet bi zanebûn gel bi van nezelaliyan dide sekinandin. Serpîlê di berdewamiya axaftina xwe de daxuyakirin ku armanca wan parçekirina gel e û got wê ew bibin yek û dema bên hilweşînê jî wê destûrê nedin.
 
Jina bi navê Gulsade Çakir jî yek ji şêniyên ku pere daye lê tapoya wê tune ye û got: “Me pere raza lê wan tapo neda. Em hêvîdar in wê tapoyê bidin. Me ji wan bawer kir. Em li dijî veguhestina bajarvaniyê ne. Em naxwazin ji vir biçin cihekî din.”
 
Sete Guler jî destnîşan kir ku erseya wan bi tapo ye û xaniyê li ser çê kirine bê ruhsat e û got ev 40 sale li vir dijîn.