Qêrîna Dayikek Şemiyê: 27 sal derbas bû

  • 09:15 1 Mijdar 2018
  • Portre
STENBOL - Dayika Şemiyê Hatîce Toraman ji 27’ê Gulana 1995’an heta niha Qada Galatasarayê terk nekiriye. Hatîce wiha dibêje: “Ev 27 sale we ne kurê min ne jî kujerên wî dîtin. Ka we digot kurê we li cihê baş e.”
 
Çalakiya Dayikên Şemiyê hefteya xwe ya 709’î li pey xwe dihêle. Her hefte rojên şemiyê saet di 12.00’an de xizmên windayan li Qada Galatasarayê ya Taksîmê tên cem hev û lêgerîna edeletê didomînin. Yek ji van dayikan jî Hatîce Toraman e û 27 sale lêgerîna xwe ya edeletê didomîne. Hatîce aqûbeta kurê xwe yê di 1991’ê de hatiye windakirin her hefte tevî hemû astengiyan didomîne. Hatîceyê diyar ku kurê wê Huseyîn parêzvanê mafê mirovan bûye û çîroka windakirina kurê xwe vegot.
 
Kesî tiştek nekir
 
Hatîceyê got kurê wê ji ber derî bi wesayîtek torosê hatiye girtin û wiha got: “Polîsan her roj bi ser malê de digirtin. Polîs ji qerekola Çinarê tên. Ew jî polîsên sivîl in. Cîran, dikandar şahidê vê ne. Lê me yek jî îspat nekir. Min ji polîs re got ‘tu çawa polîs î, kesan ji vir direvînin, tu çima xwêdî lê derneketî’. Wî jî got ‘Ez çi bikim. Ma polîs bi polîs dikare çi bike’. Di heman demê de me kasetek qeyda deng bir. Lê kesî tiştek nekir. Îsmet Sezgîn destê xwe li pişta min xist û got ‘biçe keça min kurê te li cihê baş e’.”
 
Hatîceyê got ‘ka kurê min li cihê baş bû’ û got ev 27 sale ne kurê wê ne jî kujerên kurê wê hatine dîtin û her wiha diyar kir ku ne têkoşîna wan a 27 salan diqede û ne jî kes ji dengê wan re dibe deng.
 
Bi 7 kesan dest pê kirin û bûn hezar
 
Hatîceyê bi lêv kir ku ji bo windayên xwe çalakiyên cuda pêk anîne û yek ji van jî çalakiya mehekê ya greva birçîbûnê ye û got: “Piştî grevê me bi dayikên din ên şemiyê re li Qada Galatasayê bi 7 kesî re çalakiya rûniştinê da destpêkirin. Me bi 7 kesan da destpêkirin niha em bûne bi hezaran.”
 
Hatîceyê bal kişand ser qedexekirina Qada Galatasarayê û wiha pê de çû: “Dewlet wisa qels e, ji 200 dayikên li vir ditirsin. Tiştê ku dewletê nekir, nema. Her tişt kir. Kurê min çawa kuştine. Ma ez gilî nakim? Ez çawa ne bi hêrs im, bi kînim. Lê ya wan jî heye. Ji ber kuştin, îşkence mirin bi wan re ye. Em dayikên Şemiyê gelek caran rastî êrîşan hatin. Niha gelek ji me ditirsin. Daxwaza me hestiyên zarokên me bên dîtin û kujer bên darizandine.”