'Berxwedana Kobanê Şoreşa Rojava misoger kir'

  • 09:11 1 Mijdar 2018
  • Rojane
Hewlêr Şahîn
 
KOBANÊ - Yek ji Fermandarên YPJ'ê Meryem Kobanê ku di dema êrişên  li ser  Kobanê de Fermandartiya  qadê kiriye, ji bo salvegera 1'ê Mijdarê Roja Cîhanê ya Kobanê, kiriye ji ajansa me re derbarê girîngiya Kobanê de axivî. 
 
Yek ji Fermandara YPJ'ê Meryem Kobanê ku bi minasebeta 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê ji ajansa me re axivî bal kişand ser girîngiya Komanê û wiha got: "Kobanê ya ku  bajarekî deriyê wê di tevahiya dîrokê de  ji her kesî re vekiribû, bûye rêya çûn û hatinê. Mirov dikare bibêje ku Kobanê li rojavayê Kurdistanê wekî pirekê ye. Ji ber ku di navbera bakur û rojavayê Sûriyeyê de ye. Her wiha Kobanê ya ku cih derbasbûna ji Tirkieyê ye Rêber Apo jî dema ku cara yekê ji Tirkiyeyê derketiye li erda Kobanê gav avêtiye rojavayê Kurdistanê."
 
Li rojavayê Kurdistanê Kobanê cihekî çawa ye giringiya wê çi ye?
 
"Berî ku ez bersiva pirsa we ya yekê bidim ez hemu Şehîdên şoreşa rojava bi teybet jî ew rêhevalên xwe yên ji bo azadiya gelê azadixwez li dijî êrişên çeteyan,  xwe kirin mertal bi bîr tinim û bejina xwe li ber bîranina wan ditewinim. Kobanê ji hemû aliyên xwe dewlemed e.  Ji ber xwedî erdnîgariyek wihaye û ava Firatê di ber re derbas dibe, ji bo berdewamiya jiyanê cihê herî xweş ê jiyanê ye.  Lê mixabin hêzên destihiladar nehiştine ku av were Kobanê, ji bo ku gel çandiniyê û debara  xwe bikin. Aliyê wê yê din cîranê Rihayê ye. Di dîroka mirovahiyê de cihek pir giring e. Vî bajarî ji gelek pêxemberan re malovanî kiriye û di heman demê de cîrantî ji Xirabreşk re jî kirye. Herwiha Kobanê ji civakîbûnê re jî mazûvanî kiriye. Kobanê ya ku  bajarekî deriyê wê di tevahiya dîrokê de  ji her kesî re vekiribû, bûye rêya çûn û hatinê. Mirov dikare bibêje ku Kobanê li rojavayê Kurdistanê wekî pirekê ye. Ji ber ku di navbera bakur û rojavayê Sûriyeyê de ye.
 
Rêbertî cara yekê ji Kobanê derbasî Rojava bû
 
 Di sala 1964'an de li hemberî Kemera Ereban a ku li wir dihat ferzikirin bê avakirin Kobanê li ber xwe daye û cihekî ku ji eşîran pêk tê bi axa xwe ve girê dane. Sala 1915'an de di dema Komkujiya Ermeniyan de ku li Tirkiyeyê pêk hat ermeniyên kureviyan gelek ji wan di Kobanê re derbasî rojavayê Kurdistanê bûne xwe li wan deran bi cih kirine. Bi despêkirina tekoşîna tevgera azadiyê re Rêbertî jî dema cara yek derbasî rojavayê Kurdistanê dibe tê bajarê Kobanê. Li rojavayê Kurdistanê Kobanê dibe serdana Rêber Apo ya yekem. Ev jî ji bo tevgera me cihekî dîrokî pîroz e. Di aliyê civaknasiyê de jî Kobanê  di pêş de ye, herdem kurditiya xwe parastiye û gelê kurd ê Kobanê heya dawî girêdayî çanda xwe ye.
 
Jina yekem ku ji Rojava tevli tevgerê bûye jî ji Kobanê ye 
 
Cara yekem keça kurd a ji rojavayê Kurdistanê beşdarî nava refên tevgera azadiyê dibe, Heval Dîcile ya ji Kobanê ye. Gelê Kobanê pir zu felsefeya rêbertiya me nas kir û pê bawer bû. Dema bihara ereban dest pê kir, gelê Kobanê pir zu ket nav liv û tevgerê, yekitiya xwe avakir. Yên despêka şoreşê li hemberî destihiladariyê serî hildan welatiyên  Kobanê bûn. Bi her awayî lez dan xebatên xwe yên rêvebirinê, bajarê ku destpêkê ji rejima Baas hat rizgarkirin Kobanê bû."
 
Mabesta çeteyên DAÎŞ û hevkarên wan Erdoxan ji Kobanê çi bû ewqas êrîş giran kirin?
 
"Ji xwe berî ku êrişî bikin Kobanê du salan di çemberê de mabû. Ji aliyê Haleb û Kantona Cizîrê ve çuyîn û hatin hatibû qutkirin. Wê demê berxwedanek  bê hempe dihat meşandin. Dema ku êriş kirin ji xwe re gelek hesab kirin di gotin bajarek bûçûk e, erdenegariya wê teng e, hêjamara şêniyên li navenda bajar û gundên  wê nagihe hazarî. Kobanê ne cihekî mezin e; lê mirovên li ser wê ardnîgariyê jiyane, rihê berxwedanê bi wan re li pêş e. Min di despêka gotinên xwe de jî dabû diyar kirin ava Firad di bere diçe, lê destihiladaran ne hiştine sud ji wê avê bê giritin û dewlemenidiya wê herêmê derkeve holê. Ji ber wê jî her bi tunebunê re ru bi ru hatiye hiştin. Bi teybet çima Kobanê hilbijartin, ew difikirîn ku gelê Kobanê nikare ji çemberê derkeve, cihek biçuk e ew ê di demek kinde li wê serwer bibin. Weke ku demarek ji canê mirovan were qutkirin, armanca wan a serke dixwestin çuyîn û hatina heyî li Kobanê bidin qutkirin. Wan ji xwe re wer dihesiband. Bi êrîşên li ser Kobanê re DAÎŞ'ê di heman demê de bakur jî ji bo xwe kiribû armanc ku ji xwe re di navbera Serê Kainiyê û Kobanê de riyekê vebike û biçe bê."
 
Li hemberî van êrişan berxwedanek çawa hebû bi teybet jî jinan çawan di vê berxwedanê de cîh girtin?
 
"Bi rastî pewistî hebû ku Kobanê dest bi pêngavek nû bike, ji ber xeteriyên pir mezin li ser wê civakê hebun. Şervanê YPJ û YPG'ê ku zarokên wî gelî bûn, li gorî pêwîstiya demê tevgeriyan û erkên xwe yên dîrokî bi cîh anîn û çeperên xwe girtin û li hemberî çeteyên hov berxwedaneke bê hempa dan meşandin. Armanca çeteyên DAÎŞ ne tenê di aliyê erdinegarî de bû, wan dixwest bi van rêbazên xwe civakê puç bikin, bi birçebunê re ru bi ru bihêlin û ji çanda wan bidin qutkirin. Ji ber wê ewqas hovane êrîşî Kobanê dikinrin. Di bin  navê olê sexte de hewil didan civakê ji hemû nirxên wê bidin durkirin. Yên para xwe ji mirovahiyê negirtibûn wekî hovan êrîş dikirin.  Di çepemeniyê de dîmenên ku çavê mirovan bide tirsandin serjê kirina mirovan pareve dikirin. Dixwesitin ew cîhana ku mirovan bi destê xwe daye avakirin, li wan bikin dojeh. Ji xwe re dihesibandin wê demek kin Kobanê bi dest bixin. Lê dema hatin tam berevajî wê bu ku her kes di nav amedekariyan de bû li her derê çeper û satir hatine çêkirin êdî şerê sing bi sing dest pê kiribû. 
 
Kobanê 134 rojan li ber xwe da
 
Ez dikarim wiha bêjim wek maşineyekê bi lezek mezin were li diwarekî biqelibe, dema rastî berxwedaniyek bî vî awayî hatin şaşo paş bûn. Êdî her kes bi vê xeteriyê hesiya ku pêşî li vê yekê neyê girtin, her biçe wê wek virosekî belav bibe. Wan dema ku dest bi êrişên li ser Kobanê kirin wer ji xwe re dihesibandin wê di demek pir kin de bi dest bixin. Lê 134 rojan şerê Kobanê berdewam kir. Cîhan jî êdî ket vê zanebûnê ku keça kurd şervanên YPJ û YPG'ê tenê ji bo xwe şer nakin pilana ku li ser vê erdnîgariyê hatiye fikirîn vala derdixin. 
 
Ev berxwedan ne tenê ji bo me kurdan hat meşadin xeterî li ser hemû neteweyên din jî hebû. Gelek rêhevalên me bi rihê fedayî bi ser çeteyan de diçun. Wek hevala Roza Kobanê, Hebûn, Jiyan Rojhilat, Zehra Penaber, Rêhevala li Kobanê ku despêkê çalakiya fedayî kir Rêvan. Gotinek wê hebu digot: 'Heya ev çavê min ronahî bibine ez ê xwe bikim mertalek nehêlim çeteyên DAÎŞ derbasî kolanên Kobanê bibin.' Ev çalakiya Hevala Rêvan ji cîhanê re da raberkirin ku ji bo tu bibî xwe pewiste tu destur nedî ti lewazî derekeve. Wek Rêbertî dibêje: 'Hevaltiyek bê ku berjewendiyên şexisî were ava kirin, ku hevalê hevalên xwebe,' Cudî Amed, Diyar Bagok, Kendal Afrin, Botanê Esmer, Argêş, Gelhad, her wiha bi sedan heval wek van ev yek dan nişandan, ji bo jiyanê û cîhanek aram were ava kirin mil dan milê hev li heberî van hovan têkoşîyan û wekî Arîn Mîrkan bi lehengî jiyana xwe ji dest dan. Birastî dema li Kobanê şer dest pê kir dayîkên li wir jî bi her awayî alikarî didan şervanan, xwarin ji şervanê çeperan de çêdikirin. Gelek caran dayîk dihatin digotin: 'Em jî dixwezin di van çeperan de bi zarokên xwe re berxwedanê bidin meşandin.' Ev yek nişaneya ku kedeke jinê ya mezin di rizgarkirina Kobanê de heye."
 
Bi teybet çima 1'ê Mijarê bu Roja Cîhanê ya Kobanê ev ji çi tê?
 
Şoreşa rojavayê Kurdistanê misoger bû. Ew gelê ku ji hemû tiştî bê hêvî bû, bi rizgarbûna Kobanê re carek din hêviyên wî geş û şîn bûn. Ew berxwedana Kobanê ev yek da nişandan çi dibe bila bibe wê ti hêz nikaribe axa me dagir bike. Yên ku werin dibe riya hatinê ditibe, lê wê riya vegerê peyda nekin. Wê rastî berxwedaniyek qet nayê hizirandin were. Ji ber têkoşîna li Kobanê hatiye meşandin hemû neteweyên ku di nav tengaviyên mezin de dijîn, rizgarbuna Kobanê hişt ku ev carek din bi riya berdewamiya jiyanê bibinin. Ev êrişên li ser berxwedana ku li Kobanê hatiye meşandin kirî, heya niha li ti cîhanê nehatiye ditin. Li himberî diminek weha ewqas serkeftin hatine bi dest xistin. Ev roj keda ewladên gelên ku hêviya wan a azadiyê di pêş de ye û axa wan rumeta wan e, nirxên xwe yên bi salan e ku bi keda destê xwe û xwêdana aniya xwe anine vê rojê ye. Bi her awayî di nava seferbelika rizgarkirina Kobanê debûn. 
 
Divê keda ciwanên kurd neyê ji bîrkirin
 
Li her derê piştgirî ji bo Kobanê hebû. Bi teybet gelê bakurê Kurdistanê pêl bi pêl herikîn ser sinorên Kobanê. Keç û xortên kurdan ti astengî nas nekirin xwe li sînor didan derbasî Kobanê dibûn. Tiştê ku hişt ev roj were bi nav kirin ew berxwedana ku li Kobanê dihat rêvebirin, wan dema derfetê temaşekirina pêşketinan tinebû. Lê rihekî tolhildanê bi hemû hevalan re hebû di gotin: 'Kobanê bikeve dest êdî kes nikare pêşî li wan bigire. Divê her dem deng û rengê 1'ê Mijdarê li qadanbe, ger ku ev deng qut bibe ne DAÎŞ wê bi navek din dîsa êrişî van xakan bikin. 
 
Ez di dawiyê de vê roja bi rûmet a 1'ê Mijdarê Roja Kobanê ya Cîhanê di serî de li Rêber Ap û hemû gelê me yê dilê wan ji bo azadiyê lêdide, rêhevalên me yên bê ku didiliyek  bikin li hinberî hemû zor û zehemtiyan têkoşîn didin meşandin pîroz dikim.